01:20 24 Gulan 2018
    Berpirsê Kovara Dilopê Reşo Ronahî

    Kovara Dilop: ‘Dilopek di deryaya mirovahiyê de'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 20

    Koverek li weşangeriya kurdî zêde bû. Kovara Dilop roja Newrozê bi dirûşmeya "Dilopek di deryaya mirovahiyê de!" bi zimanê kurdî û tirkî dest bi weşana xwe kir.

    Kovar li refên pirtûkxaneyên kurdî û muxalîf ên li bajarên kurdan, Tirkiye û Ewropayê cihê xwe girt û dê ji du mehan carekê derkeve ber destên xwîneran. Kovar di hejmara xwe ya yekem de bi nivîs û gotarên nivîskaran balê dikişîne ser navçeya Sûrê ya Amedê, di dîroka kurdan de girîngiya Newrozê, di sinemaya kurd de rastî, dîroka Efrînê û gelek mijarên din. Di her hejmarê de dê dosyayek cuda cih bigire.

    ‘HEWCEDARIYEK BI KOVAREKE KURDÎ HEBÛ'

    Nûnerê Kovara Dilop yê Amedê Reşo Ronahî têkildarî kovarê de ji Ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî. Ronahi têkildarî armanc û weşana kovarê de wiha dibêje: "Ragihandina rewşa awarte bandoreke neyînî li ser xebatên weşana kurdî kir. Gelek sazî, komeleyên zimanê kurdî, sazî û dezgehên ragihandinê ango weşangeriya kurdî hatin girtin. Piştî vê serdema dijwar, demek me amadekariya vê kovarê dikir. Lê me xwest em pêşiya xwe bibînin. Heta dawiya sala 2017an me biryar da ku vê kovarê derbixin. Mebesta me jî ew bû em di Newrozê de ango serê bihara 2018an dest bi weşanê bikin. Em gihîştinê ku em roja Newrozê dest bi weşanê bikin. Di rewşek wiha de hewcedariyek ji bo kovarek kurdî hebû."

    ‘DILOP, DIXWAZE BIBE PLATFORMA NIVÎSKAR Û REWŞENBÎRAN'

    Ronahî wiha berdewam kir: "A niha kovarên kurdî herî zêde 5 in, yên li ser çand û hunerê weşanê dikin jî herî zêde 2 ye. Ji ber wê me xwest em bibin dilopek di vê deryayê de. Kovara dilop xwe li ser tu feraseta nagire. Em kovargeriya kurdî ji Celadet Elî Bedîrxan heta îro weke deryayekê dibînin û kovara me jî di vê deryayê de dilopek e. Gelek nivîskarên kurd karmend bûn, gelek ji wan ji kar hatin avêtin û gelek ji wan hatin girtin an jî sirgunkirin. Li Kurdîstanê êdî hemû qad û kolan li ber nivîskar û rewşenbîran hatine girtin. Nikarin xebatekê bidin meşandin. Ev kovara me jî ji bo nivîskar, helbestkar û lêkolîneran bû hêvî û me xwest reng û dengê nivîskaran derbixin holê. Dilop dixwaze bibe platformek wiha."

    Bi heman mijarî:

    Hunermenda navdar Yildiz Tilbe: Seîdê Kurdî xizmê min e
    Serokwezîr bi Kurdî Cejna Newrozê pîroz kir
    Şelal Gedo: Tu hêzên kurdî beşdarî êrişên dewleta tirk a li ser Efrînê nebûye
    Partiyên siyasî yên kurdî vedigerin Xurmatûyê
    Polîs: Dozger bi kurdî ji min re çêr kir, loma min gule bera wî dan
    Etîketan:
    Berpirsê Kovara Dilopê, Reşo Ronahî, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de