20:03 19 Nîsan 2018
    Konser- muzîk

    Hunermenda navdar Yildiz Tilbe: Seîdê Kurdî xizmê min e

    © Sputnik / Fethullah Ozmen
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hunermenda navdar ya kurd Yildiz Tilbe, ku li Tirkiyeyê bi stranên xwe navdar e, îdia kir ku yek ji alimên herî mezin yê kurd Bedîuzzeman Seîdê Kurdî xizmê wê ye û got, ez wî bi rihmet bibîr tînim.

    Hunermenda navdar ya kurd Yildiz Tilbe, ku li Tirkiyeyê bi stranên xwe navdar e, li ser hiasbê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û di wê peyamê de îdia kir ku yek ji alimên herî mezin yên kurd Bedîuzzeman Seîdê Kurdî xizmê wê ye û got, "Ez wî bi rihmet bibîr tînim."

    Tilbe di peyama xwe de got, "Seîdê Nûrsî xizmê min e, riham Xwedê li wî be, ku jixwe wisa ye. Kesên ku di vê mijarê de heqaretê li min bikin, ew heqaret ne li min li xwe kirine."

    Tilbe di peyameke xwe ya din de jî li ser mijarê got, ez ji bo bîranîna hezkirinên xwe ne mecbûr im destûrê bistînim.

    Bedîuzzeman Seîdê Kurdî yek ji alim û zanayên herî mezin yên kurdan tê qebûlkirin û bi kulliyata xwe ya bi navê Rîsale-î Nûr navdar e. Seîdê Kurdî di sala 1877an de li navçeya Hîzanê ya bajarê Bêdlisê ji dayik bû û di 23yê Adara 1960î de jî li bajarê Rihayê çû ser dilovaniya xwe.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de