05:09 21 Nîsan 2018
    YNK

    Nûnerê YNKê yê Enqereyê ji bo gotinên Tirkiyeyê bangî YNKê kir

    © Foto: www.pukpb.org
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê YNKê yê li Enqereyê nerazîbûn nîşanê daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim da û bang li Kosret Resûl û Hêro Îbrahîm Ehmed kir ku li dijî vê yekê bêdeng nemînin.

    Nûnerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Behroz Gelalî li hemberî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim yên derbarê Silêmaniyê de nerazîbûn nîşan da û bang rêveberiya partiya xwe kir.

    Gelalî ji bo Kosret Resûl û serkirdayetiya YNKê nameyek şand û di wê nameyê de anî ziman ku Tirkiye wan bi alîkariya PKKê tohmetbar dike û xwest li hemberî vê yekê bêndeng nemînin. Gelalî herwisa got, "Hêzên desthildat yên li herêmê piştgiriya terorîstan dikin."

    Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di daxuyaniya xwe ya ji bo balafirxaneyên Herêma Kurdistanê de gotibû, ew dê balafirxaneya Silêmaniyê bikar neyinin, ji ber ku hêj li wir endamên PKKê hene.

    Behroz Gelalî nûnerê YNKê yê li Enqereyê ye lê piştî ku çend endamên îstixbarata Tirkiyeyê li Silêmaniyê ji aliyê endamên PKKê ve hatin girtin, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû dersînorkirin.

    Bi heman mijarî:

    YNKê derbasbûna Tirkiyeyê ya nav axa Herêma Kurdistanê red kir
    YNKê polîtbûroya xwe hilbijart
    Heşda Şeibî gefa ala Kurdistanê li YNKê xwar
    Parêzgarê Silêmaniyê bersiv da Yildirim
    Binali Yildirim: Em îro qada xwe ya hewayî ji bo Hewlêrê vedikin
    Etîketan:
    Nûnerê YNKê yê li Enqereyê, Behroz Gelalî, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de