04:18 20 Nîsan 2018
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Lezgîn Botan 18 sal ceza xwar, Adem Geverî beraat kir

    © Fotolia / Andrey Burmakin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Di rûniştina doza herdu parlamentarên HDPê Lezgîn Botan û Adem Geverî ya li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê de biryar hat dayîn.

    Di rûniştina dadgehê ya ku herdu parlamentaran ligel biryara 'anîna bi zorê' beşdarî nekirin de, dadgehê biryar derxist.

    Dadgehê ji bo parlamentarê Wanê Lezgîn Botan ku bi hincet çend axaftinên xwe yên demên berê dihat darizandin, 18 sal ceza birî û şertê kontrola edlî danî.

    Hat ragihandin ku ew ceza bi hinceta 'propangandaya terorê', 'endamtiya rêxistinê' û 'hewlên tekdana yekîtiya axa welat' hatiye dayîn.

    Di heman dozê de ji bo parlamentarê Wanê Adem Geverî ku bi heman hincetan dihat tohmetbarkirin jî biryara beraatê hat dayîn.

    Parêzerên Botan dane xuyakirin ku ew dê cezayê hatiye sepandin bibin dadgeha îstinafê.

    Bi heman mijarî:

    Ji Xûtaya Rojhilat derketina xelkê dewam dike
    Çîpras, ji Pûtîn re fikarên xwe yên li ser çalakiyên dawî yên Tirkiyeyê anîn ziman
    NY: Pêwistiya 50-70 hezar sivîlên li Efrînê bi alîkariyên mirovî heye
    Rûsya: Rûsyayê tu wext Gaza sînîrê ya ku weke ‘Novichok’ê tê bi navkirin hilneberandiye
    Parêzgarê Silêmaniyê bersiv da Yildirim
    Etîketan:
    Ayhan Geverî, Lezgîn Botan, Wan, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de