06:22 21 Gulan 2018
    Recep Tayyîp Erdogan

    Erdogan: Amerîkayê em xapandin, lê me bi ya xwe kir

    © AFP 2018 / Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di kongreya partiya xwe ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê axivî.

    Erdogan di axaftina xwe de helwesta Amerîkayê ya Sûriyeyê û piştgiriya bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rexne kir û got, "Amerîkayê em xapandin. Me jî got her kes bila di rêya xwe de here. Me got, ‘em ê şevekê ji nişkave bikevin Efrînê' û em ketinê."

    Erdogan vê carê ji xeynî Efrînê hejmarek kuştiyên li Şingalê jî xist nav û diyar kir, "Têkoşîna me dewam dike."

    'EM EV IN, MILETÊ ME EV E, LEŞKERÊ TIRK EV E'

    Erdogan li ser helwesta leşkerên tirk ya li hemberî xelkê Efrînê jî got, "Em ev in yaw, miletê tirk ev e, leşkerê tirk ev e."

    Serokomarê tirk li ser berteka xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê ku ji bo kesên bi ketina Efrînê kêfxweş bibûn û liqûm belav kiribûn û gotibûn, ‘liqûma şer nabe' jî axivî.

    Erdogan xwendekarên Bogazîçiyê yên bertek nîşanî liqûma bo Efrînê dabûn bi 'terorê' tawanbar kirin û got, "ew ne ji gelê vî welatê ne."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Rûsyayê tu wext Gaza sînîrê ya ku weke ‘Novichok’ê tê bi navkirin hilneberandiye
    'Amerîka dest bi vekişandina ji baregeha Incirlikê kir'
    Rûsya: Balefirên leşkerî yên Rûsyayê Xûtaya Rojhilat bombebaran nekirin
    Li Afxanistanê teqîn: 15 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn
    Cezayê zindankirina Osman Baydemir hat erêkirin
    Li Herêma Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê xwepêşandan hat lidarxistin
    Etîketan:
    Erdogan, Tirkiye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de