15:55 21 Gulan 2018
    Osman Baydemir

    Cezayê zindankirina Osman Baydemir hat erêkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Dadgeha Herêmî ya Dîlokê cezayê zîndankirinê yê Parlamenterê HDPê Osman Baydemir pejirand.

    Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi tometa ku bêrêzî li polîsê Tirkiyeyê kiriye, salek û 5 meh cezayê zîndankirinê dabû parlamenterê HDPê Osman Baydemir.

    Li Dadgeha Dîlokê doza Baydemir îro hat dîtin. Baydemîr û parêzerên xwe beşdarî rûniştina dozê nebûn. Dadgeha Herêmî biryara dadgeha Amedê de cîh de dît û cezayê salek û 5 mehan pejirand.

    Eger Dadgeha Bilind jî biryarê bipejirînê û biryar di parlamentoya Tirkiyê de bê xwendin, parlamentertiya Baydemir bidawî dibe.

    Bi heman mijarî:

    Ji ber daxuyaniyên Efrînê derbarê Osman Baydemir de lêpirsîn hat destpêkirin
    Ji Osman Baydemir re 12 hezar lira cezayê ‘Kurdistanê' birîn
    Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
    Osman Baydemir: Em stûyê xwe xwar nakin
    Osman Baydemir: Dê me jî biavêjin zindanê
    Etîketan:
    ceza, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de