02:30 25 Gulan 2018
    Binali Yildirim

    Binali Yildirim: Em îro qada xwe ya hewayî ji bo Hewlêrê vedikin

    © REUTERS / Costas Baltas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim îro di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku qedexeyên li ser firînên ji bo Hewlêrê hatine rakirin û got, “Em îro qada xwe ya hewayî vedikin.”

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim îro di daxuyaniyeke xwe ya ji bo rojnamegeran de diyar kir ku qedexeyên li ser firînên ji bo Hewlêrê hatine rakirin û got, "Em îro qada xwe ya hewayî vedikin."

    Yildirim ragihand ku Iraqê qedexeya li ser firînên navdewletî yên ji bo Balfirxaneya Hewlêrê rakiriye û Tirkiye jî piştî rakirina qedexeyê dê îro dest bi firînên xwe bike.

    Serokwezîrê tirk destnîşan kir ku ev biryara wan tenê ji bo Hewlêrê derbasdar e û got, "Silemaniyeyê din av xwe de nahewîne, ji ber ku hêj li wir çalakiyên rêxistinê yên li dijî welatê me hene."

    Serokê THY: DI DEMEK KURT DE FIRÎNÊ BO HEWLÊRÊ DEST PÊ DIKIN

    Ji aliyê din ve serokê Şirketa Hewayî ya tirk (THY) Bilal Ekşi jî diyar kir ku THYê di 26ê mehê de dest bi firînên xwe yên bo Hewlêrê dike.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê kir
    Li Hewlêrê Nivîsîngeha Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîka hat vekirin
    Şandeke Hikûmeta lraqê li Hewlêrê ye
    Li Hewlêrê maratona navneteweyî ya aştiyê
    Rojnameya brîtanî: Iraq bi zora Amerîka û Ewropayê bi Hewlêrê re li hev dike
    Etîketan:
    firîn, Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de