17:15 24 Nîsan 2018
    Qesra Serokomariyê - Lijneya Wezîran

    Endamê RTUKê ji Spûtnîkê re got: Êdî kes nikare bêje hikûmetê siha te xwar e

    © REUTERS / Yasin Bulbul/ Cumhurbaşkanlığı
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 03

    Endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ku ji kontejana CHPê hatiye hilbijartin Îlhan Taşçi ji bo pêşnûmaya nû ya RTUKê ku du roj berê li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî.

    Endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ku ji kontejana CHPê hatiye hilbijartin Îlhan Taşçi ji bo pêşnûmaya nû ya RTUKê ku du roj berê li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî. Li gor Taşçi hikûmet bi derxistina qanûna RTUKê dixwaze çapemeniya nivîskî û dîtbarî bi nûnerên xwe têxe bin kontrolê.

    ‘HIKÛMET DIXWAZE KONTROLA MEDYA CIVAKÎ JÎ BI DEST BIXE'

    Endamê RTUKê Îlhan Taşçi di axaftina xwe de ji bo qebûlkirina qanûnê got: "Hikûmeta ku bi navbeynkariya komîserên xwe yên medyayê li Tirkiyeyê çapemeniya dîtbarî û niviskî bi awayekî cidî xiste bin kontrolê, niha jî dixwaze vê sepandinê veguhezîne medyaya civakî. Ez ne behsa nûnerên rojnameyan dikim, qesta min nûnerên hikûmetê ne. Armanca sereke ya vê qanûnê ev e. Bê çawa niha kontrola hinek televîzyon û rojnameyên diyar bi dest xistine ku ev li Tirkiyeyê teqabûlî ji sedî 70yî dike dixwazin niha jî heman tiştî li ser medya civakî pêk bînin û hemû hewldanên hikûmetê ji bo vê ne."

    ‘BI QANÛNA NÛ GULÎSTANEKE BÊ HESTRÎ TÊ AVAKIRIN'

    Îlhan Taşçi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hikûmet bi vê sepana xwe dixwaze li ser medya civakî gulistaneke bêhestrî ava bike. Yanî hikûmet bi vê qanûnê dê hemû weşanên ku wan rexne dikin bi destê RTUK û BTKê asteng bike. Nûnerên hikûmetê ji bo qanûnê dibêjin ‘em ê înternetê ji xerabiyan paqij bikin' lê em hemû dizanin malperên ku hikûmetê rexne bikin heta yên ku bêjin siha we jî xwar dê werin astengkirin."

    Bi heman mijarî:

    RTUK dev ji medyaya kurd û muxalif bernade!
    RTUK ceza li televîzyonên kurd dibarîne
    Endamê RTUKê: Bi behaneya Adnan Oktar înternet dê weresansûrkirin
    RTUKê, ji ber nûçeya suîqesta Karlov ceza ji TRTyê re birî
    Ji RTUKê bo kanala A9 TVyê biryara mueyîdeyê
    RTUKê qedexeya weşanê rakir
    Etîketan:
    CHP, BTK, RTUK, Îlhan Tanir, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de