20:31 23 Nîsan 2018
    Xwendekarên Amedê ji bo Efrîkayê avê difiroşin

    Xwendekarên Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Efrîkayê avê difiroşin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 02

    Li Amedê komek xwendekar ji bo li welatekî Efrîka bîra avê vekin û pirsgirêka avê çareser bikin li dibistanê avê difiroşin. Projeya xwendekaran rastî eleqeyek mezin tê.

    Li dibistaneke Amedê komek xwendekar ji bo pirsgirêka avê ya hinek welatên Efrîka çareser bibe avê difiroşin. Li Lîseya Zanistiyên Civakî (Sosyal Bilimler Lisesi) komek xwendekar li nav dibistanê standek danîne û bi 1 TL avê difiroşin. Armanca wan bi firotina avê ew e ku li welatekî Efrîka bîra avê were vekirin û pirsgirêka avê çareser bibe. Xwendekar li gorî projeyekê dixebitin. Li gorî projeyê di serî de şîrketek vekirin û li ser vê şîrkete bi navê ‘Kuyu' (Bîr) avê difiroşin. Xwendekar ji hevalên xwe û mamosteyên xwe yên li ber standê kom dibin û behsa naveroka proje û armanca xwe dikin. Her wiha proje rastî eleqeyek mezin tê û her roj mezin dibe.

    ‘ARMANCA ME EW E KU EM LI WELATEKÎ EFRÎKAYÊ BÎRA AVÊ VEKIN'

    Xwendekarê bi navê Devrim Aygun têkildarî projeya xwe de wiha dibêje: "Armanca me ew e ku em li welatekî Efrîkayê yê ku pirsgirêka avê lê heye çareser bikin. Em dibînin ku av gelek tê îsraf kirin, lê em dibînin ku li Efrîkayê ava vexwerinê nayê dîtin. Ji bo me zêr çi qas bi qîmet be ji bo wan jî av ew qas bi qîmet e. Me av kirî û navê markaya xwe li ser nivîsand û em difiroşin. Bi perê ku em ji vir derxin em ê li welatekî Efrîkayê yê ku pirsgirêka avê lê heye bîra avê vekin."

    Komeke xwendekarên li Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya li Efrîkayê avê difiroşe.
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Komeke xwendekarên li Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya li Efrîkayê avê difiroşe.

    ‘PROJE RASTÎ ELEQEYEK MEZIN TÊ'

    Ji rêvebirê projeyê mamoste Atilla Altindag jî derbarê projeyê de wisa axivî: "Projeya me bi pêşbirka Weqfa Serkeftî ya Ciwan destpê kir. Me li gorî projeyê şîrketek ava kir. Piştre jî me ev kirî û marka xwe li ser xist û em difiroşin. A niha me li dibistana xwe destpê kir û hefteya pêşiya me jî em ê li dibistanên din bifiroşin. Bi pereyên ku em qezenc bikin an em ê bîra avê li welatekî Efrîkayê vekin an jî em ê di vekirina bîrekê de bibin şirîk. Proje a niha rastî eleqeyek mezin tê."

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê Hevserokê SESê û Odeya Tebîban hatin desteserkirin
    Li Amedê êrişî wesayîta leşker têdebûn kirin: 2 kuştî
    Ji bo lidarxistina Newroza Amedê destûr derket
    Ji Amedê bangewaziya Efrînê li cîhanê
    Etîketan:
    Lîseya Zanistiyên Civakî, Devrim Aygun, Atilla Altindag, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de