13:45 25 Nîsan 2018
    Mehmet Şimşek

    Şimşek: Pirsgirêkeke herî mezin ya Tirkiyeyê enflasyon e

    © REUTERS / Ruben Sprich
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Berpirsê Aboriyê yê Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek got, yek ji pirsgirêkên herî mezin yên Tirkiyeyê enflasyon e. Şimşek diyar kir ku ew ê ji deyndariya dowîzan re sînoran deynin û got, "Mezin dibêjin ew dikarin birêve bibin lê em dibînin ku nikarin. Em ê bergiriyan bigirin."

    Şimşek di Zîrweya Aboriyê ya Uludagê de axivî û got, "Yek ji pirsgirêkên herî mezin yên ku em pê re rûbirû ne, enflasyon e. Sedema wê ya herî mezin jî bêqîmetbûna lîreyan e." Şimşek herwisa derbirî ku sedema vê yekê jî deynên sektora reel yên bi dowîzan e û got, ew ê ji bo vê yekê bergiriyan bigirin.

    Şimşek anî ziman ku ew ê ji deyndariya dowîzan re sînoran deynin û ev tişt gotin: "Mezin dibêjin em dikarin birêve bibin lê em dibînin ku nikarin. Em ê bergiriyan bigirin.

    Cîgirê serokwezîrê tirk herwisa destnîşan kir ku ew hêj perçeyekî Ewropayê ye û ew hêj ji Yekîtiya Ewropayê îlham û sûdê werdigirin. Şimşek diyar kir ku carinan dibe hinek pirsgirêkên derkevin lê ev pirsgirêk wê werin çareserkirin û YE hevkariyê me yê stratejîk e.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarên Tirkiyeyê operasyon: 73 kes hatin desteserkirin
    Macron: Em dê ti carî piştgiriyê nedin destwerdana Tirkiyeyê ya li Efrînê
    'Swêdî ji ber sedemên siyasî naxwazin biçin Tirkiyeyê'
    Etîketan:
    Cîgirê Serokwezîr yê Berpirsê Aboriyê yê Tirkiyeyê, Mehmet Şimşek, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de