13:43 25 Nîsan 2018
    Polîs - binçavkirin

    Li bajarên Tirkiyeyê operasyon: 73 kes hatin desteserkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gellek bajarên Tirkiyeyê operasyona desteserkirinê hat lidarxistin. Weşangerê pirtûkên Fethullah Gulen jî di nav de di operasyona li dijî weşanxeya işikê hat kirin de derbarê 55 kesan de biryara desteserkirinê hat dayin. Her wiha li 11 bajaran derbarê 18 jinan de jî biryara girtinê hat dayin.

    Di lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Stenbolê ve hat meşandin de gellek belgeyên şîrketên ku bi Holdînga Kaynakê ve girêdayine hatine bidestxistin û kesên gûmanbar bi vî awayî hatine binçavkirin. Gûmanbarên ku hatine desteserkirin bi hinceta ku pere li Bank Asyayê razandin e tên sûcdarkirin.

    Ji aliyê din ve li 11 bajêrên din jî derbarê 18 jinan de biryara desteserkirinê hat dayin û 13 kes hatin binçavkirin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya bajarê Karamanê ve derbarê 18 jinan de hat kirin. Operasyon Karaman di serî de li Denizli, Amed, Elezîz, Hatay, Konya, Antalya, Stenbol, Burdur, Kocaeli û Enqereyê hat li darxistin. Di operasyonan de 13 kes hatin binçavkirin, derbarê 5 kesan de jî lêpirsîn didome.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê Hevserokê SESê û Odeya Tebîban hatin desteserkirin
    Biraziyê Ocalanî hat desteserkirin
    Serokomarê Fransayê hat desteserkirin
    ‘Li Tirkiyeyê di hefteyekî de 5 hezar û 110 kes hatin desteserkirin'
    Etîketan:
    feto, polîs, desteserkirin, binçavkirin, Serdozgeriya Stenbolê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de