13:54 25 Nîsan 2018
    Balafira F-16

    Li Tirkiyê balafireke F16 ket: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da

    © REUTERS /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 40

    Hat ragihandin ku li navçeyê Nevşehîrê Gulşehirê balafireke leşkerî ya F 16em ket. Bo herêmê tîmên tenduristiyê hatin sewqkirin.

    Li navçeya Gulşehir a bajarê Nevşehîrê balafireke leşkerî ya tirk ku tîpa wê F16em e ket.

    Tê gotin ku bo herêmê tîmên tenduristî û rizgarkirinê hatin sewqkirin.

    ​Hêzên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) daxuyaniyek da û got, "F16yeke me ku bi mebesta perwerdehiyê li herêmê bû li Nevşehîrê ketiye."

    TÎMÊN HAWARÇÛNÊ GIHÎŞTIN SER ENQAZA BALAFIRÊ Û TERMÊ LEŞKER

    Şaredarê Nevşehirê Hasan Unver eşkere kir ku li gorî zanyariyên destpêkê di qezaya balafirê de leşkerekî jiyana xwe ji dest daye.

    Serokatiya Artêşa Tirkiyeyê di daxuyaniyeke duyemîn de, ragihand ku tîmên wan gihîştine ser enqaza balafirê û termê leşkerê ku jiyana xwe ji dest daye.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de