13:53 25 Nîsan 2018
    Êrîşên ser Efrînê û koçberiya xelkê

    Sererkanê tirk: Vegera xelkê Efrînê dest pê kiriye

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Sererkanê Artêşa Tirkiyeyê Orgeneral Hulîsî Akar derbarê operasyona dijî Efrînê de ku 18ê Adarê hêzê wan ketibûn navenda Efrînê got ku vegera xelkê Efrînê ya malên xwe dest pê kiriye.

    Akar tevî daxuyaniyên welatên rojavayî yên ketina Efrînê wekî ‘dagirkerî' bi nav dikin operasyona navborî parast û got, ‘Li cihên ku ji terorîstan hatine paqijkirin, vegera xelkê bo malên xwe dest pê kiriye."

    Piştî ketina artêşa tirk û komên opozîsyonê yên çekdar ku piştgiriya wan dike, li medya cîhanê gelek nûçe û dîmenên dizî, talan û wêrankirina malên xelkê Efrînê hatibûn belavkirin û ev bûbû sedema şermezarkirinê.

    Herwiha Neteweyên Yekbûyî jî dabû xuyakirin ku bi deh hezeran şêniyên Efrînê ji ber dizî, talan û metirsiyên tundiyê neçar mane terka bajarê xwe bikin û niha di rewşeke xerab de ne.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn bi Konseya Ewlekariya Rûsyayê re li ser çalakiyên ‘provokatîf’ ên îngilîzan axivî
    Trump ji bo malên çînî baceke gumrikê ya 50 milyon dolarî disepîne
    Meclîsa Nûneran a Amerîkayê: Derbarê rêkeftina Trump û Rûsyayê de tu delîl tune ne
    Iraqê di derbarê êrişa Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê de daxuyanî da
    Hat îdiakirin ku ‘piştî jehrîkirina Skrîpalî polîsekî din ê ingilîz rakirine nexweşxaneyê'
    Erdogan û Trump bi telefonî axiftin
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de