06:30 27 Gulan 2018
Sewqiyata leşkerî - leşkerê tirk - Leşkerên tirkiyeyê

Bombe bi wesayîta leşkerên tirk de teqiya: Mirî û birîndar hene

© AP Photo / Ibrahim Usta
Tirkiye
Lînkê kurt
0 30

Hate ragihandin ku li çoltera bajarê Bedlîsê mayina ku berê hatibû bicîhkirin di dema derbasbûyîna wesayîta leşkerî de teqîya ye û di encamê de jî leşkerek jiyana xwe ji dest da, leşkerek jî birîndar bû.

Hat diyarkirin ku mayina li ser riya navçeya Xîzanê ji aliyê endamên PKKê ve beriya niha hatibû bicihkirin, di dema derbasbûyîna wesayîta leşkerên tirk teqiya û di encamê de jî leşkerek jiyana xwe ji dest da, leşkerek jî birîndar bû. Leşkerê birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û li wir tê dermankirin.

Herwiha Walîtiya Bedlîsê îro sibê bi daxuyaniyeke ragihandibû ku li 4 tax û 12 gundên navçeya Motka û Tatwana Bedlîsê ji 22ê Adarê pêve qedexeya derketina derve îlan kiribû.

Bi heman mijarî:

Leşkerê tirk yê di operasyona li dijî Efrînê de birîndar bû axivî
Leşkerê tirk li qereqolê gule bi ser hevalên xwe de reşandin: 3 kuştî û 3 birîndar
‘Du leşkerê tirk ên din jî reviyane Yûnanîstanê'
Kujerê leşkerê tirk ê DAIŞî 8 mehan di girtîgehê de maye
Etîketan:
tirk, leşker, PKK, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de