13:51 25 Nîsan 2018
    Garo Paylan

    Paylan: Dibe ku Youtube û Netflix jî were girtin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê HDPê Garo Paylan piştî ku projeyasaya mafê midaxelekirina weşanên li ser înternetê dide RTUKê hat qebûlkirin, got, dibe ku YouTube û Netflix jî werin girtin. Paylan li ser firotina Koma Medyayê ya Doganê jî Paylan got, Bi dehan rojname û televîzyonên we hene, hemû heman tiştan dibêjin. We çima komeke din da kirîn?”

    Projeyasaya ku mafê kontrolkirina weşanên li ser înternetê dide Lijneya Bilind ya Radyo û Televîzyonê (RTUK) li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin. Parlamenterê Stenbolê yê HDPê Garo Paylan li parlamentoyê li dijî vê projeyasayê derket û got, "Niha ev xala di warê sansurkirina înternetê de çi tîne? Ji RTUKê re dibêje, ‘Tê qada înternetê kontrol bikî.' Ev yasa vê erkê dide. Tiştên we anîn sere radyo û televîzyonan qîmê we nekiriye."

    ‘EM Ê BIBIN WEKÎ KOREYA BAKUR'

    Paylan di axaftina xwe bal kişand ser qedexekirina Wikipediayê û got, "Potaleke navdewletî ya ku ciwanên me, ez û em hemû dikarin agahiyan jê bigirin, heye. Wikipedia ev du sal in girtî ye. Em dikin û nakin nikarin qedexekirina Wikipediayê bidin fêmkirin. Sibe bi vê xalê dibe YouTube jî were girtin. Dibe ku Netflix jî were girtin. Ger sibe em bibin welatekî ku YouTube û Netflix qedexekirî, em bikevin lîga Koreya Bakur."

    Parlamenterê HDPê derbirî ku bi vê yasayê înternet dê ji aliyê RTUKê ve were zeptûreptkirin û got, "Em nekevin ser vê riyê. Qada dawiyê ya azadiyê jî negirin."

    Garo Paylan herwisa li ser firotina Koma Medyayê ya Doganê jî got, "Bi dehan rojname û televîzyonên we hene, jixwe hemû heman tiştan dibêjin û dibêjin, 'Padşahê min tu her bijî'. We çima komeke din da kirîn?”

    Bi heman mijarî:

    Endamê RTUKê: Bi behaneya Adnan Oktar înternet dê weresansûrkirin
    RTUKê, ji ber nûçeya suîqesta Karlov ceza ji TRTyê re birî
    Ji RTUKê bo kanala A9 TVyê biryara mueyîdeyê
    RTUKê qedexeya weşanê rakir
    Etîketan:
    girtin, Netflix, YouTube, RTUK, Parlamenterê HDPê yê Stenbolê, Garo Paylan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de