01:10 21 Nîsan 2018
    Yekîtiya Ewropayê (YE) - Tirkiye

    YE: Em çalakiyên Tirkiyeyê yên li Ege û Deryaya Spî bi tundî şermezar dikin

    © Foto : Pixabay
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Pêşnumaya encamnameya civîna Serokên YEyê ya ku dê îro bi rê ve biçe bi awayekî gihişt çapemeniyê. Serokên YEyê dibêjin ku " çalakiyên ne-qanûnî yên Tirkiyeyê yên ku li Ege û Deryaya Spî ya Rojhilatî bi tundtirîn zimanî şermezar dikin û teqez dikin ku piştgiriyeke tekûz didin Qibris û Yûnanistanê."

    Serokên dewletan û hikûmetên 28 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê îro li Brûkselê dicivin.

    Hate ragihandin ku dê çalakiyên Tirkiyeyê yên li Rojhilatê Behra Spî û Egeyê werin şermezarkirin û peyama piştgiriya Yûnanistan û Qibrisa Başûr were dayîn.

    Di pêşnûmayê de, qala rageşiyên di navbera Tirkiye û welatên cîran de hat kirin, "Konseya Yekîtiya Ewropayê, bi zimaneke tund çalakiyên Tirkiyeyê yên li Rojhilatê Behra Spî û Egeyê şermazar dike û piştgiriya xwe ji bo Yûnanistan û Qibrisa Başûr radigihînin."

    Bi heman mijarî:

    YPG: Armanca Tirkiyeyê ku beşekî Sûriyeyê wek Qibrisê û Îskenderunê dagir bike
    Atîna: Tirkiye mafê Qibrisê yê serweriyê ihlal dike
    Gelê Qibrisê ji bo aştiyê meşiya
    Li pêş Balyozxaneya Amerîkayê li Qibrisê protestoya Efrînê
    Lavrov : Di doza Browder de, em dixwazin ku rêvebiriya Qibrisê bêalî be
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de