09:48 20 Nîsan 2018
    Newroz

    'Doza miletê kurd bi êrişan nayê tefandin'

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 40

    Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik êrişa Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê li hemberî navçeya Çoman a Herêma Kurdistanê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik êrişa Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê li hemberî navçeya Çoman a Herêma Kurdistanê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Ozçelik di bersiva xwe êrişa Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got: "Tirkiye bi êrişên xwe herêmê tehdîd dike û naxwaze aramî li Kurdistanê çêbe. Eger ji destê wan were dê hemû deskeftiyên kurdan ji holê rake."

    Spûtnîk: Îro berê sibehê balafirên şer ên Tirkiyeyê êrişî navçeya Çoman a Herêma Kurdistanê kirin û li gor çavkaniyên herêmî di encama êrişê de 4 ciwanên ku beşdarî pîrozbahiyên Cejna Newrozê bibûn jiyana xwe ji dest dan. Hûn wek PAKê vê êrişê çawa dinirxînin, çima Herêma Kurdistanê dibe hedefa Tirkiyeyê?

    Ozçelik: "Em van êrişên dewleta Tirkiyeyê şermezar dikin. Tirkiye hebûna PKKê ya li wan navçeyan dike hincet û êrişan dibe ser Herêma Kurdistanê. Lê zêdetir xelkên sivîl ên li wan deveran dibe armanc û qurban. Dewleta Tirkiyeyê ji ber ku ji pêşketinên siyasî, demokratîk û sivîl ên kurdan tirsiya di Tîrmeha 2015an de careke din şer dest pê kir û PKKê jî bi şerê xendek û barîkatan û bi siyaseta şaş a şerî rê ji vê armanca Tirkiyeyê xweştir kir, xweştir dike. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirkiyeyê di eslê xwe de dixwaze şer berdewam be. Bi êrişên li ser Kurdistanê jî Tirkiyeyê dixwaze herêmê tehdît bike. Naxwaze li wê derê aramî hebeû ji destê wan bê dê destkeftîyên federe yên li Herêma Kurdistanê jî ji holê rakin."

    Mustafa Ozçelik
    © Sputnik / Abdulhakim Günaydın
    Di çend mehên dawî de êrişên Tirkiye yên ser Herêma Kurdistanê zêde bûne, Tirkiye bi van êrişan dixwaze çi bike?

    "Dewleta Tirkiyeyê dibêje ez nahêlim li ti derê cîhanê kurd ti mafî bi dest bixin, dibêje ez nahêlim kurd li ti derê bibin xwediyê statuyeke sîyasî. Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê jî, yên li ser Çemçemalê û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê jî her encama vê hişmendîya dewleta Tirkiyeyê ya li ser dijayetîya kurdan hatîye avakirinê. Tirkiyeyê li himberî referandûma serxwebûna Kurdistanê jî helwesteke dijminane nîşan dabû. Tirkiyê ne bes li himberî referandûma serxwebûnê bû, di eslê xwe de li himberî hemû destkeftîyên federe yên li Kurdistanê ye jî. Di dagirkirina Kerkûkê de jî Tirkiye alîkar û hevkarê Iraq û Îranê bû."

    PAK
    © Sputnik / Abdulhakim Günaydin
    Ji bo rê li ber êrişên wiha were girtin divê kurd bi taybetî Herêma Kurdistanê helwestek çawa nîşan bide?

    "Berîya her tiştî divê Tirkiye bizanibe ku ev sîyaseta wê ya şerî, ya Rewşa Awarte sîyaseteke şaş e, pûç û bêencam e. Ev 95 sal e Tirkiye vê sîyaseta înkar û îmhayê dimeşîne. Lê ne miletê kurd ji holê rabûye, ne jî doza azadîyê tefîyaye. Ev mesele meseleyeke sîyasî ye. Divê bi rêyên aştîyane, sîyasî û bi dîyaloga hemû partîyên kurdan ên li bakur û dewleta Tirkiyeyê li ser maseyê rûnin û pêvajoya rasteqîn a çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê guftûgo bikin. Divê PKK li bakurê Kurdistanê demildest şerî rawestîne û li bakurê Kurdistanê li ser bernameyeke maqûl a netewî-demokratîk di nava partîyên kurd û Kurdistanî de tifaq û hevkarî werin destpêkirin."

    "Herêma Kurdistanê helbet divê li dijî van êrişên dewleta Tirkiyeyê derkeve. Rewşa Herêma Kurdistanê niha gelek hesas e. Piştî dagirkirina Kerkûkê rewş û şertên wê zehmetir bûne. Niha dixwaze birîna xwe bipêçe. Ev encama di referandûma serxwebûnê de derketîye encameke meşrû û demokratîk e; ti kes dê nikaribe wê tine bihesibîne. Divê Herêma Kurdistanê ji alîyekî birîna xwe bipêçe, ji alîyekî ve jî yekrêzêya nav mala xwe bihûne û bingehê dewletbûnê xurt bike. Herwiha divê PKK jî ji Herêma Kurdistanê re sergêjî û astengîyan dernexîne."

    Bi heman mijarî:

    Qeymeqam bo Spûtnîkê got :4 ciwanên kurd li Çomanê ji aliyê balafirên tirk ve hatin kuştin
    Amerîka dîsa ji bo Minbicê got: Ti lihevkirinek çenebûye
    Herêma Kurdistanê peymaneke 10 salî bi Hilal Oil û DANA GASê re îmze kir
    Tirkiyê bersiva gotinên Merkelê yên bo Efrînê da: Divê piştgiriyê nedin dijberên Tirkiyê
    Li Amed, Wan û Stenbolê binçavkirinên Newrozê
    Etîketan:
    Êrişa Tirkiye ya Herêma Kurdistanê, PAK, Mustafa Ozçelik, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de