01:20 24 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan û Donald Trump

    Trump û Erdogan ji bo Minbicê dê hevdîtinê bikin

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 01

    Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump dê îro li ser mijara Minbicê hevdîtinê bikin.

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di bernameyeke Ajansa Anadoluyê (AA) de diyar kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump dê îro bi rêya telefonê hevdîtinekê bikin.

    Çavuşoglu anî ziman ku di civîna dualî de mijara Minbicê dê were rojevê.

    Hêjayî gotinê ye ku ev demeke mijara Minbicê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûye kêşe û derbarê mijarê de ji herdu aliyên daxuyaniyên cuda tên dayîn. Her çi qas rayedarên Tirkiyeyê dibêjin di warê Minbicê de wan û Amerîkayê li hevdu kiriye jî, Amerîka vê yekê red dike û dibêje, ti rêkeftin pêk nehatiye.

     

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Amerîka dîsa ji bo Minbicê got: Ti lihevkirinek çenebûye
    Çavuşoğlu daxuyaniya Minbicê rast kir: Me bi Amerîkayê re li hev nekir, me ji hev fêm kir
    Berdevkê Pentagonê: Li Minbicê ji bo ku pêvçûn çênebe em ê tevdîran bigirin
    Amerîka: Ti rêkeftinek bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê çênebûye
    Kalin: Di meseleya Minbicê de me bi Amerîkayê re li hev kir
    Pentagon: Em ji Minbicê dernakevin, em ê tedbîran bistînin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de