04:09 20 Nîsan 2018
    Endamên ASAyê yên malan talan dikin

    'Erdogan: Hinek komên ASAyê bi fikra xenîmetê tevdigerin'

    © AFP 2018 / Bülent Kılıç
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat diyarkirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gotiye, hinek komên ji Artêşa Sûriyeyê Azad (ASA) li Efrînê mal talan kirine lê midaxele li van koman hatiye kirin.

    Piştî ku leşekerên artêşa tirk û çekdarên ASAyê ketin navenda Efrînê, hinek dîmen derketibûn holê û di wan dîmenan de dihat dîtin ku çekdarên ASAyê diketin hinek mal û dikanan û ew talan dikirin. Derbarê mijarê de Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê daxuyandibû ku hinek komên ASAyê li dijî fermanan tevgeriyane û tiştên wisa kirine.

    Îro ji rojnameya tirk ya bi navê Hurriyetê nivîskar Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe de behsa vê mijarê kir û diyar kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî di civîna xwe ya ligel parlamenterên AKPê de gotiye, hinek komên ji nava ASAyê xwediyê ‘têgihîştina xenîmetê' ne û midaxele li van hatiye kirin.

    Selvi di beşa nivîsa xwe ya derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Serokomar Erdogan dibêje pêşiyê wê ewlehî were pêkanîn. Dibêje ji aliyên herêmî ‘meclîsên rêveberiyê' wê werin damezirandin. Eşekere dike ku ji bo koordinasyona alîkariyên ji Tirkiyeyê diçin, wekî li Cerablûsê dê li wir jî di nava demeke kurt de cîgirekî walî wê were tayînkirin. Dîmenên talanên ji Efrînê tên rojevê. Erdogan dibêje, ‘Operasyona Efrînê bi ASAyê re hat lidarxistin. Em bi ASAyê re em ketin Efrînê. Lê din ava hinek koman de têgihîştineke xenîmetê heye. Li hemberî wan tevdîr hatin girtin. Em bi wan re axivîn û hat sererastkirin."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan li ser rewşa Efrînê de agahî da serokomarê Almanyayê
    Almanya: Dagirkeriya mayînde ya Efrînê wê rewşeke nû derxe holê
    Berdevkê NYyê: Ji xelkê Efrînê agahiyên tundî, talan û binçavkirinên kêfî tên
    Tirkiyê bersiva gotinên Merkelê yên bo Efrînê da: Divê piştgiriyê nedin dijberên Tirkiyê
    Etîketan:
    talankirin, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de