20:44 23 Nîsan 2018
    Dîmenên leşkerên Amerîkî li Minbicê

    Amerîka dîsa ji bo Minbicê got: Ti lihevkirinek çenebûye

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 20

    Berdevaka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di daxuyaniya xwe ya ji bo Minbicê de got: "Ti lihevkirineke me bi Tirkiyeyê re tineye."

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert li ser pirsa peyamnerê Rûdawê Namo Ebdullah a lihevkirina Minbicê got: "Ev tiştekî pêkenok e, wek min berê jî gotibû ti lihevkirinek di navbera me de pêk nehatiye."

    Demek berê Berdevkê Wezareta Parastin ê Amerîkayê Rob Mannîng jî gotibû: "Li Efrînê ti hêzeke me tineye, le em li Minbicê ne û ji wir venakişin."

    Hejayî gotinê ye ku demek berê Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî di hevpeyvîna xwe ya Al Jazeerayê de gotibû: "Li ser meseleya Minbicê Amerîka û Tirkiyeyê di çarçoveya giştî de li hev kirin û em li bendê ne ku dema wezîrê nû dest bi kar bike ev peyman bi cih were."

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoğlu daxuyaniya Minbicê rast kir: Me bi Amerîkayê re li hev nekir, me ji hev fêm kir
    Amerîka: Ti rêkeftinek bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê çênebûye
    Şandeyeke Amerîkayê serdana Minbicê kir
    Meclisa Minbicê ji bo daxuyaniya Çavuşoglu: Ew gotinên tirkan in, hevkarî dewam dike
    Çavuşoglu: Dema YPG ji Minbicê vekişe dê leşkerên amerîkî û tirkî ewlehiyê saz bikin
    Etîketan:
    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Heather Nauert, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de