01:10 21 Nîsan 2018
    Almanya - Tirkiye

    Tirkiyê bersiva gotinên Merkelê yên bo Efrînê da: Divê piştgiriyê nedin dijberên Tirkiyê

    © AP Photo / Franka Bruns
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 05

    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê bersiv da gotinên Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ên derbarê Efrînê de.

    Merkelê li ser operasyona Tirkiyeyê bo Efrînê û rûdanên qewimîne gotibû, "Ligel berjewendiyên rewa yên ewlehiya Tirkiyeyê rûdanên li Efrînê nayêne qebûlkirin. Bi hezaran sivîl rastî tunkariyê hatin, hatin kuştin an jî neçar man ku birevin. Em vê rewşê bi awayê herî tund şermezar dikin."

    'DIVÊ HEPEYMANÊN ME PIŞTIGIRIYÊ NEDIN BÛYERÊN LI DIJÎ TIRKIYEYÊ'

    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bersiva Merkelê da û got, "Daxuyaniya Şansolyeya Almanyayê nayê qebûlkirin. Operasyona Çiqlê Zeytûnê operasyoneke mînak e ku hesasiyeta sivîlan li ber çav hatiye girtin. Bombeyên ku terorîstan danîne bilez tên paqijkirin. Divê hevpeymanên me piştgiriyê nedin bûyerên li dijî Tirkiyeyê."

     

    Bi heman mijarî:

    Fransa: Ketina Tirkiyê ya Efrînê derbeyek e, divê Kurd mafên heq dikin bistînin
    Li Dubaiyê modeleke rûsî dema xwest xwe ji êrişkarî biparêze pişta xwe şikand
    Li Amed, Wan û Stenbolê binçavkirinên Newrozê
    Ji Pentagonê mikurhatinek: Zehmete em bi çekên rûsî yên hîpersonîk bikarin
    ‘Operasyona muhtemel a ser Qamişloyê ji bo ermeniyan gefeke mezin e’
    Etîketan:
    Sûriye, Almanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de