18:27 24 Gulan 2018
    Newroz-2018

    Li Amed, Wan û Stenbolê binçavkirinên Newrozê

    © Sputnik / Salih Turan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li dema pîrozbahiyên cejna Newrozê gelek kesên beşdarî kiribûn, di kontrolên polîsan de û bi hincetên propagandaya terorê hatin binçavkirin.

    LI AMEDÊ ZÊDETIRÎ 50 KES HATIN BINÇAVKIRIN

    Piştî belavbûna girseya Newroza Amedê herî kêm 50 kes hatin binçavkirin ku peyamnêrê Rojnameya Yenîgun Mehmet Ugur Çakil û xebatkarê Rojnameya Tigirîs Arîf Bulut jî di nav wan kesên hatine binçavkirin de bûn.

    Li qada newrozê ya li Amedê dayikek
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Newroz

    WAN: 12 KES HATIN BINÇAVKIRIN

    Li bajarê Wanê jî piştî pîrozbahiyên Newrozê yên li Keleha Wanê 12 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Wanê Okkeş Kawa jî hatiye binçavkirin.

    HEJMARA BINÇAVKIRINÊN NEWROZA STENBOLÊ BÛ 81

    Li Stenbolê jî Newroz li Meydana Bakirkoy a li pişt avahiya edliyeyê hat pîroz kirin û li dema pîrozbahiyê bi dehan kes di kontrola polîsan de hatin binçavkirin.

    Pîrozbahiyên Newroza li Stenbolê
    © Sputnik / Salih Turan
    Newroz

    Hat zanîn ku 22 kes piştî belavbûna girseyê bi hinceta propagandaya terorê hatine binçavkirin û hejmara binçavkirinên Newrozê li Stenbolê gihîştiye 81 kesan.
    Kesên hatine binçavkirin hîn li navendên asayîşê têne girtin û li benda lêpirsîna dozgeriyê ne.

    Bi heman mijarî:

    Futbolîstê navdar yê berê Ronaldinho kete nava siyasetê
    ‘Operasyona muhtemel a ser Qamişloyê ji bo ermeniyan gefeke mezin e’
    Ji Pentagonê mikurhatinek: Zehmete em bi çekên rûsî yên hîpersonîk bikarin
    Kremlînê bersiv da îdiayên ‘destjikarberdana Lavrovî'
    ‘Şam amadekariyê dike ku bersivê bide êrişên Amerîkayê'
    Etîketan:
    Binçavkirin, Wan, Newroz, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de