14:44 22 Gulan 2018
    Avahiya rojnameya Hurriyetê

    Koma medyayê ya tirkî Dogan hat firotin

    © Foto : Hürriyet
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku koma medyayî ya Doganê ji bo koma Demirorenê bi milyarek û 250 milyon dolarî hat firotin.

    Hat ragihandin ku serokê koma Doganê Aydin Dogan û serokê koma Demirorenê Erdogan Demiroren ji bo firotinê li hev kirin. Koma Demirorenê di sala 2011an de jî rojnameyên Milliyet û Vatanê ji koma Doganê kirîbûn.

    Li gor zanyariyan koma medyayî ya Doganê ku televizyonên Kanal D û CNN Turk, rojnameyên Hurriyet û Milliyetê jî tê de, bi milyarek û 250 milyon dolarî hatin firotin.

    Rayedarekî payebilind pirsên Reuterê bersivandin, "Ji bo kîrna koma medyayî ya Doganê danûstendin dihatin kirin. Piştî danûstendinan rêkeftin çêbû."

    Hêjayî gotinê ye ku piştî nûçeyan firotina koma Doganê bo Demirorenê hîsseyên borsayê yên koma Doganê bilind bûn.

    Bi heman mijarî:

    Cejna Newrozê li seranserê cihanê tê pîrozkirin
    Li seranserê Tirkiyeyê operasyon hate lidarxistin
    Li seranserê Tirkiyeyê zêdetirî 2 hezar û 181 gumanbar hatin binçavkirin
    Ji medya tirk îdiaya şerê Pêşmerge û Heşdî Şebî li Tuzxurmatuyê
    Rûsya: Pesindana terorîstê Çeçenî ji hêla medya tirk ve em xemgîn kirin
    Rojnamevanekî tirk ji ber parvekirinên medya civakî hat girtin
    Leşkerên tirk rê neda medya û xelkê ku biçin ser sînor
    Etîketan:
    Milliyet, Hurriyet, CNNturk, Kanal D, Demiroren, Dogan, Çapemenî, Medya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de