13:51 25 Nîsan 2018
    Efrîn

    Ayşe Hur: Ketina Efrînê li gorî hiqûqa navneteweyî dagirkerî ye

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Dîroknasa navdar Ayşe Hur di derbarê operasyona li dij Efrînê axivî. Hur di nivîsa xwe de anî ziman ku ketina Efrînê li gorî hiqûqa navneteweyî dagirkirin e.

    Ayşe Hur di axaftina xwe ya bi rojnamevan Bilal Seçkin re de li ser rewşa Efrînê rexneya li Tirkiyê kir û got: li Efrînê daliqandina ala Tirkiyeyî li gorî hiqûqa navneteweyî dagirkerî ye. Hemû tevgerên endamên Artêşa Azad jî wê bikeve stûyê Tirkiyeyê.

    Hur di derbarê şikandina peykera Kawayê hesinkar de wiha got: Di dîrokê de gelek caran peyker hatin şikênandin. Wek peykera Stalîn, Qedafî, Çavûşeskû û Sedam. Ev peykerana hemû desthilatdaran temsîl dikirin lê peykera Kawayê Hesinkar temsîliyeta gel dike.

    ‘EGER EM EFRÎN Û ÇANAKALEYÊ YEK BIBÎNIN WÊ ÇAXÊ TIRKIYE DAGIRKER E'

    Di medyaya Tirkiyê de operasyona li dijê Efrînê gelek caran wek şerê Tirkiyê yê li Çanakaleyê dihat tebîr kirin. Ayşe Hur di vê meseleyê de destnîşan kir ku "kesên tirk yên operasyona Efrînî dişibînin Çanakaleyê bawerim nizanin çi dibêjin. Lewra eger hûn bişibînin Çanakaleyê naxwe Tirkiye jî dikeve şûna dagirkeran.

    Sedema wê jî ew e ku di şerê Çanakaleyê de gelek dewlet bibûn yek û dixwestin bikevin axa Tirkiyê, îro jî gelek dewletan li hev kirine wek Amerîka, Rûsya, Îran dixwazin bikevin axa Kurdan. Dema em di vê çarçovê de binhêrin Tirkiye dagirker e kurd jî axa xwe diparêzin.

    ‘KETINA EFRÎNÊ NE SERKEFTINA ŞER E'
    Dîroknas Ayşe Hur di derbarê ketina Efrînê de jî van îfadeyan bi kar anî "Artêşa Tirkiyê piştî ket Efrînê ala xwe daliqand û vê di malpera xwe ye fermî de parvekir. Ev tê maneya dagirkirinê. Lewra tenê di sê rewşan de tu dikarî ala xwe di axa dewletek din de bidaliqînî:
    Yek: Eger dewleta xwediyê wê axê bi awayek dilxazî destûrê dabe te.
    Dudu: Dewleta xwediyê wê axê wê derê heta demekê bi awayek kirayê dabe te.
    Sisê: Lazim e ew ax ne axa tu dewletê be.

    Dema em li Efrînê dinhêrin ji van hersê xalan yek jî pêk nehatiye. Lewra Efrîn axa dewleta Sûriyê ye, ji ber vê yekê jî ev tevgera Tirkiyê ya li Efrînê li gorî hiqûqa navneteweyî dagirkerî ye.

    Bi heman mijarî:

    The Washington Post: Tirkan Efrîn girt, bila Minbic nede dû
    Luksemburgê NATO hişyar kir: Bila Efrîn nebe felaketeke însanî
    Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê Erdogan bûye Helebceya sala 2018an
    ‘Bila Efrîn nebe Helepçeya nû'
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de