06:25 27 Gulan 2018
Polîs, serdegirtin, binçavkirin

'Polîsê Kemal Kurkut kuştibû îsal dîsa li Newrozê kar dike'

© REUTERS / Sertac Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Birayê xwendekarê kurd Kemal Kurkut ê ku par ji aliyê polîsekî ve li Newroza Amedê hatibû kuştin got ku ew polîs îsal dîsa di pîrozbahiya Newrozê de dixebite.

Li gorî nûçeya Ileri Haberê, Cîhan Kurkut diyar kir ku polîsê par birayê wî Kemal Kurkut di xala kontrolê ya Newrozê de kuştibû bi azadî digere, bê seben li hêviya edaletê mane.

Kurkut ragihand ku polîsê ku birayê wî kuştiye darizandina wî bê girtin dewam dike û ev tişt wan diêşîne û wiha dewam kir: "Divê her kes çi ji destê wî were da ku edalet pêk were."

Di berdewamiyê de Kurkut got ku di nava salekê de tiştek neguheriye û wiha pê de çû: "Wan hewl da ku li vê derê wek malbat me rencîde bikin. Wan Av di cenazeyê me de birî, navgîn ji bo cenazeyê neda, ih ji bo gorê neda. Heta çadira şînê jî nehat dayîn. Anku wek ku êşa mirina Kemalî ne bes bû, gelek êşên din anîns serê me."

Di berdewamiyê de Kurkut hêvî kir ku di Newrozên bê de ti kes nemire û got: "Polîsê Kemal kuşt dê di Newrozê de peywirê bike. Em naxwazin ciwanên din werin kuştin. Eger ew kesên ku kuştinan dikin peywira xwe dewam bikin, nexwe kêşeyek di darizandina vê dewletê de heye. Kesê ku gule lê dikeve, kî be, tirk, kurd, elewî û sunî be jî, di encamê de mirov. Bifikirin ku ez li kolanê digerim lê baweriya min çi polîsî çi karmendê dewletê nayê. Ji ber edalet tine. Cihê ku edalet lê tine be, hun ê nikaribin ewle bijîn."

Bi heman mijarî:

Parlamentera HDPê Yigitalp ji Wezirê Navxweyî kuştina Kurkut pirsî
Baroya Amedê ji bo Kemal Kurkut serîlêdana sûcê da
Ji HUDA-PARê ser kuştina Kemal Kurkut daxuyanî: Bi qest hatiye kuştin
Ji bo nûçeyên ser kuştina Kemal Kurkut qedexeya weşanê hat ragihandin
Etîketan:
kuştina Kemal Kurkut, polîs, Kemal Kurkut, Cîhan Kurkut, Semsûr, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de