14:46 22 Gulan 2018
    Alên Amerîka û Tirkiyeyê

    Bulut: Tirkiye dixwaze erdên Dewleta Osmanî vegerîne

    © REUTERS / Darren Ornitz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 12

    Şirovekarê siyasî Faîk Bulut ragihand ku armancên Tirkiyeyê ew in ku nexşeyeke nû çêke ku ji Helebê heta Mûsilê dewam bike û destnîşan kir ku "ev îdeolojiyeke kevin e li ser wê yekê hatiye avakirin ku Heleb, li gel Mûsil û Kerkûkê welatê neteweyî ye.

    Bulut diyar kir ku ev stratejî ji ber peymana Sykes Picotê ya kevin çêdibe û xewna ku ew erdên di destê dewleta Osmanî ya kevin de vegerînin û destnîşan kir ku bingeha Tirkiye li ser tevdigere, parastina neteweya tirk e.

    Şirovekarê siyasî bi Sputnikê re axift û got: "Xetên temas û diyalogê hene, heta eger ne rasterast bin û hîn lihevkirinek çênebûbe jî, divê Iraqê ragihîne bê herdu hikûmetan li ser çi li hev kiriye."

    Bulut diyar kir ku "ji aliyê pratîkê ve hêzên Iraqê li gorî Artêşa Tirkiyeyê hîn jî qels in lê eger Iraq vî tiştî qebûl neke, dibe hêzên din tev li nakokiyê bibin, wek Îran, Amerîka û PKK û ev jî dê nakokiyan zêdetir bike."

    Herwiha şirovekarê siyasî destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê û ya Tirkiyeyê didin û distînin û wiha got: "Ji ber Enqereyê radigihîne ku rêkeftin li ser hemû mesele û hûrgiliyan di navbera herdu aliyan de çêbûye lê tiştê tê ragihandin cuda ye ji wan tiştên ji ber hevsengiyên siyasî dewam dikin."

    Bi heman mijarî:

    Baksî: Têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê dê xirabtir bibin
    Lavrov: Kiryarên DYAyê yên li Sûriyeyê, operasyona Tirkiyeyê a dijî Efrînê proveke kir
    Etîketan:
    Faik Bulut, Iraq, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de