18:40 19 Nîsan 2018
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoğlu daxuyaniya Minbicê rast kir: Me bi Amerîkayê re li hev nekir, me ji hev fêm kir

    © REUTERS / Muhammad Hamed
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 01

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu duhî bi Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Rex Tillerson re bi telefonê peywendî danî. Çavuşoglu got "em di demeke zexm de bi Tillerson re xebitîn, peywendiya me ya telefonê însanî bû." Herwiha Çavuşoglu derbarê Minbicê diyar kir ku, "Me negotiye me bi Amerîkayê re me li hev nekir, me got me ji hev fêm kir"

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu duhî bi Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Rex Tillerson re bi telefonê peywendî danî. Çavuşoglu derbarê têkiliyên Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewrpayê de daxuyanî dan. Çavuşoglu li ser nûçeyên Minbicê jî axivî û got, "Me ne gotiye me bi Amerîkayê re me li hev nekir, me got ji hev fêm kir. Eger em di nexşeya komxebatê de li hev bikin em dikarin bibêjin ku ‘me li hev kir'."

    Çavuşoglu derbarê peywendiya bi hevkarê xwe yê amerîkî Tillerson ku dawiya mehê dev ji kar berdide got, "Min spasiya cenabî wî kir, xebat dewam dikin. Ji bo hevkariya wî min spasiyên xwe anîn ziman. Di demek nêz de em li gel hev xebitîn. Peywendiya duhî ya bi telefonê însanî bû."

    ‘BI TENÊ MINBIC Û VEKIŞANDINA YPGÊ TÊRÊ NAKE'

    • Eger em di nexşeya komxebatê de (bi Amerîkayê re) li hev bikin, em dikarin bibêjin ku ‘me li hev kir'. Niha di vî warî de bi tenê fambariyek heye. Em dibêjin me ji hev fêm kir. Di warê aramkirina Minbicê û rojhilatê Firatê de fambariyek derket holê. Me got me ji hev fêm kir. Me got rêkeftinek çêbû. Çapemenî wisa dinivîse, ger wisa be em dê çima xebatên komîsyonan bikin?"
    • Piştî Minbicê dê dora bajarên din were. Bi tenê Minbic û vekişandina YPGê ji Minbicê têrê nake.
    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Têkiliyên me yên bi Amerîkayê re dewam dike
    Çavuşoglu: Di mijara jinavbirina terorîstan de kuştina sivîlan stratejiyeke rast nîn e
    Lavrov: Li gel Çavuşoglu û Zerîfî dê pendan bo hikûmeta Sûriye û dijberiyê re amade bikin
    Etîketan:
    Têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê, Vekişandina YPGê, Minbic, Rex Tillerson, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de