20:24 23 Nîsan 2018
    Grava Îmraliyê

    CPT: Rewşa Ocalan baştir bûye

    © AP Photo / Arşiv
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    CPTê derbarê rewşa girtîgeha Îmraliyê de raporek amade kir û bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku ji bo pêkanîna hevdîtinên girtiyên wê girtîgehê û malbatên wan gavên pêwîst werin avêtin.

    Komîteya Astengkirinê ya Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) vê sibehê bi destûra hikûmeta Tirkiyeyê rapora serdana xwe ya ji bo Girtîgeha Girava Îmraliyê weşand û di wê raporê de diyar kir ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan jî di nav de, her car girtiyên li girtîgehê anîne ziman ku ew rastî îşkence û miameleyeke xerab nehatine û hat gotin ku ew ji aliyê rêveberî û personelên girtîgehê ve rastî miameleyeke baş hatine.

    'REWŞA OCALAN LI GORÎ SALA 2013AN BAŞTIR BÛYE'

    Di raporê de hat diyarkirin ku rewşa Abdullah Ocalan li gorî sala 2013an bi awayekî berbiçav hatiye başkirin û hat gotin ku ji bo Ocalan 3 hicre kirine yek û daîreyeke 40 m2yî hatiye çêkirin û di vê daîreyê de odeyek hatiye çêkirin û div ê odeyê de jî doşekek, kitêbxaneyek, maseyek, kursiyek, kanepek û televîzyonek heye. Herwisa hemameke serşuştinê, lawabo û serşokeyeke bi destav hatiye çêkirin.

    Herwisa hat ragihandin ku ji bo Ocalan qadeke egzesîzê ya bi qasî 50 m2yî hatiye çêkirin û dema egzersîzê wekî girtîgehên din ji bo Ocalan jî ji 2 saetan derxistiye 4 saetan. Lê di raporê de hat derbirîn ku girtî neçar in bi tena serê xwe egzersîzê bikin û hat gotin ku di navbera girtiyên li girtîgehên tîpa Fyê û yên Îmraliyê de ‘cudahî' ye. Di raporê de hat xwestin ku divê ji bo girtiyan qadeke hevpar ya egzersîzê were amadekirin.

    'JI BO GIRTIYAN QEDEXEYA TELEFONÊ HATIYE DAYÎN'

    CPTê di rapora xwe de bal kişand ser peywendiyên girtiyan yên bi derve re û hatin ragihandin Ocalan ji sala 2014an û vir ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, di sala 2014an de 16 caran, di destpêka sala 2015an de jî 7 carana ji aliyê parlamenteran ve hatiye ziyaretkirin. Herwisa hat destnîşankirin ku parêzeran di salên 2014 û 2015an de ji bo serdana Ocalan 97 caran serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dane û hat diyarkirin ku Lijneya Çavdêrî û Rêveberinê ya Girtîgeha Îmraliyê ji 29ê Hezîrana 2015an û vir ve ji bo hemû girtiyan qedexeya telefonê daniye.

    Di raporê de ji bo serdana malbat û parêzerên girtiyan derfet were dayîn bang li hikûmeta Tirkiyeyê hat kirin ku gavên pêwîst biavêjin û hat gotin ku wan bi hincetên wekî "keştî xerabe ne" an jî "rewşa hewayê ne baş e" yên ji bo astengkirina serdanan bawerî neaniye.

    '239 NAME JI BO OCALAN NEHATINE DAYÎN'

    CPTê derbarê nameyên ji bo Ocalan de jî ragihand ku di navbera Rêbendana 2015an û Cotmeha 2016an de ji bo Ocalan bi tevahî 568 name hatine şandin lê ji van 239 name nehatine dayîn û herwisa hat gotin ku di vê pêvajoyê de Abdullah Ocalan tenê nameyek şandiye derve.

    CPT rêxistineke Konseya Ewropayê ye û navenda wê li bajarê Strasbourgê ye. Rêxistin di warê girtîgeh û şertên girtinê yên li tevahiya Ewropayê de referanseke girîng e û ji Adara 1999an û vir ve ev 7 car in ji bo Abdullah Ocalan serdana Girtîgeha Îmraliyê dike.

    Bi heman mijarî:

    Sererkanê berê yê Tirkiyeyê naveroka radestkirina Ocalan diyar kir
    Li Ocalan 2 sal û 6 meh cizayê girtîgehê hat birîn
    ‘Girtina Salih Muslim jî wek ya Ocalan komployeke navneteweyî ye'
    Wezîrê berê bersiv da nameya Ocalan a bo Demirtaş
    Demirtaş li ser îdayên ku ‘ji Ocalan talîmat stendiye' daxuyaniyek da
    Osman Ocalan li ser rewşa dawî ya Ocalanî ji Sputnikê re axivî
    Çalakiya ji bo Ocalan hat astengkirin
    Etîketan:
    Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Serokê PKKê, Abdullah Ocalan, Îmralî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de