20:34 23 Nîsan 2018
    Andrey Karlov

    Di suîqesta Karlov de kesekî din hat girtin

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya lêpirsîna suîqesta Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov de kesekî din hat girtin. Li gor îdîayan kesê ku hatiye girtin bi FETO re têkildar e.

    Li gor nûçeya Mesut Benliyê rojnameya Hurriyetê, di çarçoveya dosyeya lêpirsîna suîqesta Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov de ku ji aliyê polîs Mevlut Mert Altintaş ve hatibû kuştin de kesekî din hat girtin.

    Li gor îdîayan endamekî FETO ku di çarçoveya operasyona mahremê de hatibû binçavkirin di îfadeya xwe de wiha got: "Mevlut jî yek ji endamên rêxistina FETOyê ku ez berpirsyar bûm. PiştÎ êrişê dema min navê wî bihîst ket ji min re xerîb nehat. Tiştin anî bîra min. Dibe hatibe mala min jî."

    Endamê FETO ji aliyê Dadgeha Cezaya Sulh a Nobedar ve bi tohmeta beşdariya suîqest û rêvebirê rêxistinê hat girtin.

    Bi heman mijarî:

    Ji sûîqesta Karlov kesekî din hat girtin
    ‘Têkiliya girtiyê FETO bi suîqesta Karlov re derket'
    Karlov li Enqerê bi konserekê hat bibîranîn
    Sazkarê pêşengeha ku Karlov lê hatibû kuştin hat girtin
    Wezareta Karên Derve ya Rûsya: Wesfa kuştina Karlov neguheriye, ev êrîşeke terorî ye
    Etîketan:
    Suîqesta Andrey Karlov, FETO-PDY, Andrey Karlov, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de