17:33 20 Nîsan 2018
    Polîs-polês-mudexale-çalakî-protesto-amed-desteserkirin

    Li Amedê Hevserokê SESê û Odeya Tebîban hatin desteserkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 01

    Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) yê şaxa Amedê Recep Oruç û Sekreterê Şaxê Mehmet Nur Ulus hatin desteserkirin.

    Li gorî agahiyên hatin bi destxistin Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) yê şaxa Amedê Recep Oruç û Sekreterê Şaxê Mehmet Nur Ulus li nexweşxaneya dema li ser kar bun ji aliyê polisan ve hatin desteserkirin. Oruç li Nexweşxaneya Gazi Yaşargil, Ulus jî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê hate desteserkirin. Polisan, Oruç û ulus birin Midurîyeta Ewlehiyê a Amedê. Hinceta desteserkirinê hêj ne diyar e.

    Ji aliyê din ve Hevserokê Odeyan Tabîba yê Şaxa Amedê M. Şerif Demir û rêvebira Egitim-Sen Şenay Koç di serdegirtina mala wan de hatin desteserkirin.

    Herwiha Endamê Meclisa Partiyê yê DBPê Teyfik Kaçar jî li Ofisê dema belavoka Newrozê belav dikir ji aliyê polisan ve hat desteserkirin. Hejmara desteserkirina zêde dibe. Hincet ne diyar e.

    Bi heman mijarî:

    Biraziyê Ocalanî hat desteserkirin
    Serokomarê Fransayê hat desteserkirin
    ‘Li Tirkiyeyê di hefteyekî de 5 hezar û 110 kes hatin desteserkirin'
    Polîsan deriyê malan şikandin, 5 jê zarok 47 kes desteserkirin
    Li Amedê 10 kes hatin desteserkirin
    Ji sê endamên HDPê yek hatiye desteserkirin, 3 hezar kes jî hatine girtin
    Etîketan:
    Biçavkirin, Desteserkirin, Odeya Tebîban, SES, DBP, Spûtnîk Kurdsitan, Diayarbekir, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de