07:47 24 Nîsan 2018
    Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan

    ‘Bila hemû cîhan zanibe di dawiya dawî de Efrîn dê bibe yê Efrîniyan'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 10

    Koma Parlamantoyê ya HDPê civîna xwe ya heftane bi rojeva Efrînê li Amedê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan got, "Piştî Efrîn vala kirin, dixwazin milîsên cîhadîst yên ji derve anîne, li Efrînê bi cih bikin. Bila hemû cîhan zanibe di dawiya dawî de Efrîn dê bibe ya Efrîniyan."

    Koma Parlamantoyê ya HDPê civîna xwe ya heftane bi rojeva Efrînê li Amedê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan di civînê de axivî û got: "Beriya dagirkeriyê, Efrîn ûjdanê cîhanê bû. Li wir aramî û aştî hebû. Her kes li wir di nava wekheviyê de dijiya. Rêveberiya Xweser a Demokratîk hebû. Lê politikaya li dijî Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya kurd xwe bi xwe rêve bibin, dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Di serî de li dijî Kerkuk, Şingal û piştre li dijî Efrînê dest bi êrîşên giran kirin. Li şûna gelê Efrinê yê aştî û aramiyê dixwazin çeteyên êrîşkar yên ASAyê hilbijartin."

    ‘GELÊ KURD TU CARAN JI BİR NAKE'

    Buldan wisa berdewam kir: "Ev pêvajo, beriya 3 salan piştî maseya çareseriyê hat qulibandin, destpêkir. Dagirkeriya Efrînê bi qulibandina maseya muzakereyan destpê kir. Medyaya nêzikî hikûmeta tirk 2 mehan weşana yêndekirin û dijminatiyê pêş xist û gelê Efrînê biçûk xist. Gelê Efrînê dijmin nîşan da. Lê yên li Efrînê dijîn xizmên gelê Mêrdîn, Amed û Rihayê bûn. Li Çanakkaleyê kurd û tirkan bi hevre şer kir û pirek ava kir. Îro bi dagirkirina Efrînê ev pira Çanakkaleyê xera kir. Kesên îradeya gelê Efrînê nas nekirin bi çekdarên ASAyê yên barbar û hov re hevkarî kir. Em vê yekê di dîrokê de qeyd dikin. Di dilê xwe de qeyd dikin. Gelê kurd dê tu caran vê yekê ji bîr nekin."

    ‘YE, NY Û KONSEYA EWROPAYÊ DI ÛJDANAN DE MAHKÛM BÛN'

    Efrîn protesto - YPG
    © AP Photo / YPG Press Office
    Buldan, helwesta hêzên navneteweyî jî rexne kir û ev tişt gotin: "Îro Efrîn bê mirov hat hiştin. Bi êrîşên dijwar hat talankirin û wêrankirin. Mirovên wir ax û warên xwe terikand û ji cihên xwe hatin sirgûnkirin. Gelê Efrînê axa xwe ya bi hezaran sal in lê dijî terikand. Gelê Efrînê yên bi êrîşên dijwar re rûbirû man ji aliyê welatên cîhanê ve bi tenê hatin hiştin. Bi taybetî Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî van êrîşan bêdeng man û di ûjdanan de mahkûmê bûn."

    ‘EFRÎN DI DAWIYA DAWÎ DE DÊ BIBE YA EFRÎNIYAN'

    Hevseroka HDPê Buldan got: "Piştî Efrîn vala kirin, dixwazin milîsên cîhadîst yên ji derve anîne, li Efrînê bi cih bikin. Ev dê rê li pêş teroreke nû veke. Hemû cîhan bû şahid ku bi sed hezaran kesên li Efrînê ti kesî bi dilxweşî û kêfxweşî hûn pêşwazî nekirin. Bila hemû cîhan zanibe di dawiya dawî de Efrîn dê bibe ya Efrîniyan. Dibe ku bibêje me Gever, Nisêbîn û Sûr xera kir û me hilbijartin bi dest xist. Lê îro girêdana dil ya bi kurdan re winda kiriye. Yên duh peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin, hûn dizanin we çawa neheqiyek li nirxên gelan kiriye. Di dilê gelê kurd de tu caran Kawayê Hesinkar nayê xerakirin û qet û qet nayê hilweşandin."

    ‘MAL Û MILKÊN GELÊ EFRİNÊ TALAN DIKIN'

    Buldan, bal kişand ser çekdarên ASAyên yên mal û milkê gelê Efrînê talan kirin jî û wiha berdewam kir: "Ji bo Gelê Efrînê dîsa li cihê xwe vegerin divê bi lezgîn her kes têkeve nava tevgerê. Him malên Efrînê talan dikin û wêran dikin û him jî wekî alîkariyê dikin, didin nîşandan. Yên ku mal û milkên gelê Efrînê yê bi rûmet talan dikin, dê rojekê bi şerê wan yê dijwar re rûbirû bimînin. Talankirin û wêrankirin li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Talankirin û wêrankirin tu caran nayê qebûlkirin. Divê kurd li dijî van êrîşan çalakiyên xwe û siyaseta xwe bikin yek û li dijî dagirkeriya Efrînê bibin yek. Em dagirkeriya Efrînê ti caran qebûl nakin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Washington Post: Ketina Tirkiyeyê bo Efrînê derbe li polîtîkayên Amerîkayê xist
    TSK çûnûhatina Efrînê li ber milîsên ASA û xelkên sivîl girt
    Gelo çima YPG wisa ji Efrînê vekişiya?
    HDPê û HAK-PARê ji bo salvegera Helebceyê daxuyanî belav kir
    Ji HDPê daxuyaniya peykerê Kawayê Hesinker
    Etîketan:
    Hevseroka Amedê ya HDPê, Pervin Buldan, Efrîn, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de