00:57 21 Nîsan 2018
    Neteweyên Yekbûyî (NY)

    Tirkiye bertek da rapora NYyê: Hûn piştgirê terorê ne

    © REUTERS / Denis Balibouse
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezareta Karê derve yê Tirkiyê di derbarê rapora Neteweyên Yekbûyî de daxuyanî de. Wezaret “ev rapora di derbarfê Tirkiyê de hatiye amadekirin bi mêldariya rêxistinên terorî dike.”

    Ev 18 mehe ku li Tirkiyê rewşa awarte heye. Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 2016an rewşa awarte dest pê kiribû. Neteweyên Yekbûyî di derbarê rewşa awarte ya li Tirkiyê raporeke berfireh amade kir. Di rapora ku ji 28 rûpelan pêk tê behsa gelek mexdûriyetan tê kirin. Di raporê de komîseriya NY gotiye ku: 160 hezar kes hatine desteserkirin û 152 hezar kes jî ji kar hatine derxistin. Bi hezaran mexdûriyet çêbûne. Herwiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku: Dirêjkirina rewşa awarte jî me bêaram dike.

    ‘TIRKIYE: RAPOR PROBAGANDAYA RÊXISTINÊN TERORÎ DIKE'
    Li ser ragihandina rapora NYyê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê bertek nîşan da. Wezaret ragihand ku "ew kesê ku vê raporê îmze kiriyê demeke dirêj e ku li hember Tirkiyeyê tevdigere û dijminatiya Tİrkiyê dike." Di dewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku: Ev rapor bi devê rêxistinên terorîst hatiye amadekirin û ev jî dide nîşan ku ev sazî êdî meşrûiyeta xwe winda kiriye.

    Bi heman mijarî:

    NY: Nêzîkî 48 hezar kes ji Efrînê derketin
    Ingiltere ji bo sîxurê rûsî yê bi xaza kujer hatibû kuştinê, gaziya civînê li NY kir
    NY û Heyva Sor a Sûriyeyê: Em ê alîkariya mirovî bişînin Efrînê
    Etîketan:
    Bertek, dewletên Neteweyên Yekbûyî, Rapor, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de