17:47 20 Nîsan 2018
    Bajarê Rojavayê, Serê Kaniyê

    SANA: Artêşa Tirkiyeyê tesîsa Serê Kaniyê topbaran kir

    © Wikipedia
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê îstasyona ava navçeya Serê Kaniyê ya Hesekê topbaran kir.

    Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) artêşa Tirkiyeyê istasyona Eluk a navçeya Serê Kaniyê topbaran kir. Li gor çavkaniyên herêmî, piştî topbaranê av û elektrîka herêmê Hesekê qut bûye.

    Li gor nûçeya SANAyê tîmên çekirina îstasyonê çûne herêmê, lê nîşangirên artêşa Tirkiyeyê ew kirine armanc û karmend bi sivîkî birîndar bûne.

    Ji aliyê din Wezîrê Av û Elektrîkê yê Sûriyeyê Mihmed Zihêr Xarbutlî jî di axaftina xwe ya çapemeniyê de êrişa îstasyona avê serast kir û ragihand ku tîmên çêkirinê pirsgirêk çareserkirine.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Li gel Çavuşoglu û Zerîfî dê pendan bo hikûmeta Sûriye û dijberiyê re amade bikin
    Îranê ji bo 2 hezar û 100 leşkerên li Sûriye-Iraqê hatine kuştin dar çandin
    ‘Wê Sûriye çekdarên tevî artêşa Tirkiyê şerê Efrînê dikin efû bike’
    '5 welat bi dizî civiyan: Sûriye perçe dibe û Tirkiye di xeterê de ye'
    Sûriye: Çekên me yên kîmyewî tune ne
    'Ji aliyê meşrûiyetê ve divê Sûriye Efrînê ji Tirkiyeyê biparêze'
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê êrişî Serê Kaniyê kir, SANA, Mihmed Zihêr Xarbutlî, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de