13:51 25 Nîsan 2018
    Sivîlên Efrînê yên neçarî koçberiyê dibin

    ‘Zehmet e talana milîsên ASAyê were kontrolkirin'

    © AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 02

    Nivîskar û siyasetmedarê kurd Îlhamî Işik rewşa dawî ya bajarê Efrînê, têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê û talana milîsên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Nivîskar û siyasetmedarê kurd Îlhamî Işik rewşa dawî ya bajarê Efrînê, têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê û talana milîsên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Işik di navbera Enqere û Washîngtonê de ti lihevkirinek çênebûye û rêlibergirtina talana milîsên ASAyê jî pir zahmet e.

    ‘RÛSYA Û AMERÎKA DESTÛRA OPERASYONA MINBICÊ NADIN'

    Siyasetmedarê kurd Îlhamî Işik di axaftina xwe de ji bo berdewamiya operasyona Efrînê got: "Berdewamiya operasyona Efrînê zêdetir bi helwesta Rûsya û Amerîkayê ve girêdayî ye. Em dizanin valakirina bajarê Efrînê di encama hevdîtinan de pêk hat û di van hevdîtinan de fonksiyoneke mezin a Rûsyayê çêbû. Ji aliyê din ve amerîkiyan jî dixwest Efrîn were valakirin ji bo ku nedixwest problema xwe ya bi Tirkiyeyê re mezin û dirêjtir bike. Ji vir û pêde dirêjkirina operasyonê bi aliyê Minbic û deverên din ve ne li hisabê Rûsya û ne jî li hisabê Amerîkayê tê. Jixwe di rêvebiriya Amerîkayê de guherîna wezîr û hinek dîplomatên din jî hine tiştan bi me dide fêhmkirin."

    ‘TI LIHEVKIRINEK DI NAVBERA ENQERE Û WASHÎNGTONÊ DE ÇÊNEBÛYE'

    Îlhamî Işik di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wek min berê jî got eger lihevkirinek di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de hebûna ne wezîr û ne jî Serokê CIAyê diguherî. Ev jî dide nişandan ku ti lihevkirinek tineye. Li Rojhilata Navîn du girîngiyên Amerîkayê hene, yek jê hilbijartina meha gulanê ya Iraqê ye û ya din jî Sûriyeye. Amerîka di mijara serxwebûnê de helwesteke neyînî nîşanda û piştgiriya Heyder Ebadî kir û dixwazin Ebadî di hilbijartinê de qezenç bike. Ji aliyê din ve Amerîkayeke ku li Sûriyeyê têk çûye heye. Washîngtonê guherîna wezîr û Serokê CIAyê zêdetir ji bo siyaset û bernameya xwe ya Rojhilata Navîn kir û tiştekî nû ye û ev tê wateya ku Enqere û Washîngtonê li hev nekiriye."

    ‘HELWESTA RÛSYAYÊ YA TIRKIYEYÊ DÊ BIGUHERE'

    Işik di dirêjiya axaftina xwe de got: "Gelekî zelal e eger lihevkirinek hebûna ev guherîn nedibû. Hewceyî bi daxuyaniyan jî tineye. Yên ku hinekî têkiliyên navneteweyî bizanibe dizane ev guherîn tê ve wateyê. Ji aliyê din ve êdî wê ji hêla Rûsyayê jî rewş biguhere. Ji bo ku Serokê Rûsyayê Pûtîn di hilbijartinan de qezenç kir û ti pirsgirêk li pêşiya wî neman. Ji bo hebûna Tirkiye ya li Sûriyeyê dê helwesta Rûsyayê biguherîne û dê ne wek berê be. Rêvebiriya nû ya Amerîkayê bi dijberiya Îranê tê naskirin û dixwaze bi Rûsyayê re jî hevkariyê bike û ev dê helwesta Rûsya ya Tirkiyeyê biguherîne."

    ‘BI PSÎKOLOJIYA KUŞTIN Û TALANÊ MEZIN BÛNE'

    Nivîskar Işik di dawiya axaftina xwe de ji bo talana hinek milîsên ASAyê li navenda bajarê Efrînê got: "Li Efrînê nekuştina sivîl û wêranebûna bajêr ji aliyê her kesî ve erênî hat dîtin. Yanî baş bû sivîl nehatin kuştin û bajêr wek Reqa, Mûsil û deverên din qawil nebû. Lê ew dîmênên beşek ji çekdarên ASAyê ku ne leşker û ne jî milîs in û ev 6 sal in li Sûriyeyê bi psîkolojiya kuştin û talanê mezin bûne ji aliyê ajans û raya giştî ya navneteweyî ve hat parvekirin tiştekî pir xirab bû. Ev dîmên zirareke mezin dide cihê ku di encama lihevkirinekê de hatiye bidestxistin. Qiymet û girîngiya aramiyê dixe. Pir zehmet e bikaribin rê li ber vê bigrin. Ev pirsgirêk çi qas here wê bi giranî dewam bike."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    ‘ji 200 hezarî zêdetir mirov ji Efrînê reviyan û bê stargeh in'
    Ji NYyê daxuyaniya Efrînê: Gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin
    Tirkiye: Amerîka hê ji operasyona Efrînê tênegihîştiye
    Nauert: Em ji nûçeyên talana Efrînê yên 48 saetên dawî bi fikar in
    Misir: Em dagirkeriya Tirkiyê ya Efrînê şermezar dikin
    Tirkiyê bersiv da talan û diziya li Efrînê: Dibe hin koman derveyî fermanê tevgeriyabin
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, ASA, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de