03:15 23 Nîsan 2018
    PKK-Qendil

    Keşeyê ku Trump ew ji Tirkiyeyê xwest bi hevkariya PKKê hat sûcdarkirin

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Ji bo keşeyê dêrê yê amerîkayî Andrew Craig Brunson, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îadekirina wî ji Tirkiyeyê xwestibû, îdianame hat amadekirin û di wê îdianamayê de hat gotin ku Brunson ligel PKKê û FETO tevgeriyaye. Li gorî îdianameyê Brunson di nav wan xebatên ku ji bo beşeke Tirkiyeyê bide FETO, beşekê jî bide PKKê de cih giritye.

    Îdianame ji aliyê dozgerê komarê yê Îzmîrê Berkant Karakaya ve hat amadekirin û li Dadgeha Sizaya Giran ya 2yem jî hat qebûlkirin. Di îdianameyê de ji bo Brunson bi hinceta "ne endamê rêxistinê ye lê li ser nave rêxistinê sûc kiriye" 15 sal, bi hinceta "agahiyên dewletê yên divê veşartî bimînin, bi armanca sixurtiya siyasî û leşkerî bidest xistiye" jî 25 sal, bi tevahî 35 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

    Di îdianameyê derbarê Brunson de ev tişt hatin îdiakirin, "Brunson di paralelê FETO û PKKê de û bi awayekî koordîneyî tevgeriyaye. Di nav rêxistineke ku dixwaze Tirkiyeyê bike çend perçe û beşeke wê bide rêveberiya PKKê, beşeke wê jî bide rêveberiya FETOyê û herwisa kesên xwediyên kokeke etnîkî ya diyar, bikin xrîstiyan."

    Herwisa di îdiananemeyê de hat parastin ku "Brunson wekî pastorê Dêra Vejînê ya Protestanan li Îzmîrê di nav rêxistineke taybet de cih girtiye û bi awayekî koordîneyî û li gorî armancên PKKê û FETOyê di bin alîkariya mirovî, perwerdehî û qursan de cudahiyên etnîkî, bawerî û mezhebî de bi awayeî xerab bikar anîne û jib o parçekirina Tirkiyeyê û derxistina aloziya navxweyî xebat kiriye."

    Keşeyê Dêrê Andrew Craig Brunson di 9ê Berfanbara 2016an de bi îdiaya kirina sûcan li ser navê FETO û PKKê hatibû desteserkirin. Hatibû diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xwestibû ku Brunson îade bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Agahiya me ji rêkeftina Tirkiye û Bexdayê ya li dijî PKKê tune ye
    Iraq: Em amade ne li dijî PKKê hevkariya Tirkiyeyê bikin
    Endamên PKKê êrişî leşkerên tirk kirin: 2 kuştî 5 jî birîndar
    Di hoparlorên şaredariya MHPê de marşa PKKê lê dan
    Etîketan:
    sûcdarkirin, Keşeyê Dêra Protestanan, FETO, PKK, Andrew Craig Brunson, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de