13:53 25 Nîsan 2018
    Saadet Partisi

    Partiya Saadetê: Li Tirkiyeyê krîza aboriyê heye lê hikumet ser wê digre

    © AFP 2018 / Hocine Zaourar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Partiya Saadetê Atik Akdag da zanîn ku ji bo pirsgirêkên aboriyê neyên axaftin, hikumet mehterê dide gel, di dema Ahmet Necdet Sezer pirtûka destûra bignehîn avêt ji Bulent Ecevit re jî dolar biqasî îro bilind bibû, lê tenê cudahiyek heye, îro medyaya ku krîzê bilêv bike tuneye.

    Cîgirê Serokê Partiya Saadetê Atik Akdag derbarê mijarên di rojevê de axivî û rexne li AKPê girtin ku pêvajoya hilbijartinê di ser hişmendiya milî û xwemalî re dimeşînin û civakê bi vî awayî dixapînin. Akdag anî ziman ku Tirkiye diçe hilbijartinê, bi demê re rewşa aboriya Trikiyeyê wê xeraptir bibe û hikumet bi manîpulasyonan dixwaze dengan bidest bixe.

    Akdag wiha axivî: "Di sala 2001an de di dema hikumeta koalîsyonê de rêjeya bêkariya li Tirkiyeyê %10,6 bû, niha jî %10,4 e. AKP bi reqeman dilîze, reqemên aboriyê bilind derdikevin, bi rastî rêjeya bêkariyê bi ya min gellekî bi ser %10an re ye. Lê hikumet bi mehterê rojevê diguherîne. Di dema Ahmet Necdet Sezer pirtûka destûra bignehîn avêt ji Bulent Ecevit re jî dolar biqasî îro bilind bibû, lê ji wê demê cudatir, tenê îro medyaya ku krîzê bilêv bike tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Ji Karamollaoglu bo AKPê: Min nekin şirîkê şaşiyên xwe
    ‘Karamollaoglu lîstika Erdogan xera dike'
    ‘Dengdêrên AKP-MHPê dûrî tifaqê disekinin'
    Eliaçik: AKP tevlî sûc bûye û tiştê ku niha dike manewrayên siyasî ne
    'Tifaqa AKP-MHPê li ser dijminatiya kurdan tê meşandin'
    Etîketan:
    Hilbijartin, xerap, rewş, hikumet, Aborî, Atik Akdag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de