15:45 22 Nîsan 2018
    minbic-şer

    Kalin: Di meseleya Minbicê de me bi Amerîkayê re li hev kir

    © REUTERS/ RODI SAID
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di axaftina xwe de bêyî ku aliyê Amerîkayê serast bike ragihand ku di mijara Minbicê de wan bi Washîngtonê re li hev kiriye.

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di axaftina xwe de bêyî ku aliyê Amerîkayê serast bike derbarê Minbicê de daxuyaniyeke nû da. Kalin got: "Di demên dawî de ji bo meseleya Minbicê me pir hevdîtinên kirin û li ser çarçoveyeke giştî me li hev kir. Niha em li benda Amerîkayê ne ku ev peyman were sepandin. Eger ev peyman were sepandin em ê bi Amerîkayê rûbirû nemînin."

    Îbrahîm Kalin di berdewiya axaftina xwe ya kanala Al Jazeerayê de ji bo pêşveçûnên Efrîn û Minbicê ku Wezareta Derve ya Amerîkayê gotibû hê ti peyman tineye got: "Ji bo her tiştê ku li Minbicê were kirin me muzakere kir. Ev du sal in em bi herdu rêvebirên Amerîkayê hem bi Obama û hem jî bi rêvebiriya Trump re li ser vê meseleyê muzakere kir. Minbic bajarekî ereb e û hejmara kurdan li herêmê gelekî kêm e. Divê PYD ji herêmê derkeve û vekişe rojhilatê Firatê."

    Kalin di dirêjiya xwe de ragihand ku em hêvî dikin rêvebiriya Amerîkayê bi peymanê ve girêdayî bimîne û ev peyman dewam bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Em ji Minbicê dernakevin, em ê tedbîran bistînin
    Şandeyeke Amerîkayê serdana Minbicê kir
    Fermandarê Amerîkayê: Me li şûna hêzên çûne ‘Efrînê’ hêza teqwiye şand Minbicê
    Hevdîtina Tirkiye û Amerîka ya Minbicê hat paşxistin
    Li bajarê Minbicê teqîn
    Etîketan:
    Operasyona Minbicê, Berdevke Serokomariya Tirkiyeyê, Îbrahîm Kalin, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de