13:54 25 Nîsan 2018
    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê

    Tirkiye: Amerîka hê ji operasyona Efrînê tênegihîştiye

    © Foto
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê li ser daxuyaniyên Amerîkayê yên ragihandina fikarên bo operasyona Efrînê û daxuyaniya Pentagonê ya ku gotiye, ew ji Minbicê dernakevin û ew dê tedbîran bistînin, daxuyaniyek weşand.

    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê got, "Xuya dibe ku hîn meqamên Amerîkayê ji mebest û naveroka operasyona Efrînê tênegihîştine û yan jî mixabin naxwazin fahm bikin.

    Operasyona Efrînê têkoşîna dijî terorê ye. Operasyon ti carî sivîlan nake hedef û mebest rizgarkirina gel ji çewisandin û fişara rêxistina terorê ye. Herwiha her cure tedbîrên ku sivîl zirarê nebînin hatine standin û alîkariya mirovî bo sivîlan hatiye şandin."

    Di berdewamê de hat diyarkirin, ew îdiayên ku operasyona Efrînê zirarê dide têkoşîna dijî DAIŞê bêbingeh in û wiha hat gotin: "Esil ya ku zirarê dide, li hember komeke terorîstî bikaranîna komeke din a terorîstî ye ku rojeva defakto ya parçekirinê li qadê pêk tîne û çav ji guhertinên demografîk re digire ye."

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Em ji Minbicê dernakevin, em ê tedbîran bistînin
    Rûsya: Milîtan li Xûtaya Rojhilat amadehiya provokasyona kîmyewî dikin
    Nauert: Em ji nûçeyên talana Efrînê yên 48 saetên dawî bi fikar in
    Misir: Em dagirkeriya Tirkiyê ya Efrînê şermezar dikin
    Tirkiyê bersiv da talan û diziya li Efrînê: Dibe hin koman derveyî fermanê tevgeriyabin
    Etîketan:
    Minbic, Efrîn, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de