13:44 25 Nîsan 2018
    Serokomariya Tirkiyeyê

    Tirkiyê bersiv da talan û diziya li Efrînê: Dibe hin koman derveyî fermanê tevgeriyabin

    Serokomariya Tirkiyeyê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin li ser pirsa talan û diziya komên çekdarên artêşa azad ku ligel artêşa Tirkiyê ketine Efrînê got ku dibe hinek koman li derveyî fermanê tevgeriyabin û çalakiyên wiha kiribin.

    Kalin di bernameya CNN Internatiolê de li ser talan û diziya komên çekdar li Efrînê, diyar kir ew wan îdiayan cidî digirin û ew dê derbarê mijarê de lêpirsînê bidin destpêkirin.

    'ME LI SÛRIYE Û IRAQÊ PIŞTGIRÎ DAYE KURDAN'

    Kalin herwiha îdia kir ku YPGê sivîl wek mertalên zindî bikar anîne û nehiştiye ji bajêr derkevin û got, "Divê em pêşî alîgirên PYD/PKKê û gelê Kurd bi awayekî zelal ji hev cuda bikin. Ti dijmantiya me ya kurdan nîne. Berevajî vê me li Sûriye, Iraq û deverên din piştgirî daye wan."

    'ÇARÇOVEYA KU YPG DERBASÎ ROJHILATÊ FIRATÊ BIBE HATIYE DIYARKIRIN'

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyê li ser pirsa piştî Efrînê operasyona Minbicê jî dê were kirin yan na, ragihand ku ew di vê mijarê de bi hikûmeta Amerîkayê re di nav danûstandinê de ne û piştî dîplomasiya 3-4 hefteyan çarçoveya ku pêkhateyên PYDê derbasî rojhilatê Firatê bibin hatiye diyarkirin.

    'EM LI EFRÎNÊ BI RÛSYA, ÎRAN Û AMERÎKAYÊ RE BI KORDÎNE XEBITÎN'

    Kalin li ser birêveçûna operasyona dijî Efrînê da xuyakirin, "Li Efrînê bi awayekî vekirî em bi Rûsya, Îran û herwiha bi Amerîkayê re bi kordîne xebitîn. Lewra me operasyonên hewayî pêk anîn, ji bejahî leşkerên me ketin hundir. Di van rewşan de pêwîste em bi kordîne tevbigerin daku rê li ber qeza û pevçûnan bigirin."

    'KORDÎNEYA BI RÛSYAYÊ RE NAYÊ WATEYA ME PIŞTA XWE DAYE HEVPEYMANAN'

    Kalin bal kişand ser ku ew di operasyona Mertala Firatê de bi Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Amerîkayê re xebitî ne û got, "Kordîneya bi Rûsyayê re nayê wateya ku me pişta xwe daye hevpeymanên xwe yên din."

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Artêşa Sûriyeya Azad daxuyaniya talan û diziya li Efrînê
    Şamê xwest hêzên Tirkiyeyê derhal ji nav erda Sûriyeyê derkevin
    ‘Helîkopterên Koalîsyonê ji Sûriyeyê fermandarên DAIŞê tehliye kirin'
    Rosneft 2.1 milyar dolarê da herêma Kurdistranê
    Erdoganî Pûtîn pîroz kir
    Amerîka: Piraniya xelkê Efrînê ji ber tehdîda hêzên Tirkiyeyê ji bajarî derketine
    Talebanî ji bo Efrînê peyamek weşand: Wêne dilsoj in
    Etîketan:
    Rûsya, Amerîka, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de