05:59 20 Nîsan 2018
    Newroz-Amed-Pîrozbahî

    Ji bo lidarxistina Newroza Amedê destûr derket

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hate ragihandin ku Walîtiya Amedê serîlêdana Komîteya Birêvebirina Newrozê bi awayekî êrênî pêşwazî kir û destûr da ku 21ê Adarê roja çarşemê li Amedê newroz were pîrozkirin.

    Komîteya Birêvebirina Newrozê ji bo lidarxistina Newrozê serî Walîtiya Amedê dabû. Walîtiya Amedê serîlêdana komîteyê qebûl kir.

    Li gorî biryara Walîtiya Amedê dê pîrozbahiyên Newroza Amedê roja 21ê Adarê di navbera saet 11.00 û 15.00an de were lidarxistin.

    Hêjayî gotinê ye ku demek berê Komîteya Amadekar a Newrozê naveroka Newroza Amedê ya îsal diyar kiribû. Li gorî wê yekê pîrozbahiyên Newroza Amedê di 21ê Adarê li Qada Newrozê ya Rezan dê were pîroz kirin. Ji bo Newroza ku di 21 Adarê dê were pîroz kirin ji başur, rojhilat û rojava hemû partiyên kurd hatibûn vexwendin. Herwiha di nava kesên hatin vexwendin de kesên ji malbata Barzanî û Talabanî jî hene. Ji Tirkiyê jî herwiha gelek navdar, siyasetmedar û rojnamevan ji bo Newroza Amedê hatibûne vexwendin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Naveroka Newroza Amedê diyar bû
    Dîmenên balkêş ji Newroza Ûrûguayê
    Ciwanê ku li Newroza Amedê hate kuştin, hate veşartin
    Baydemir: Newroza 2017an rûpelek nû vekir
    Malbata ciwanê ku di Newroza Amedê de hat kuştin: Ew bo Newrozê çûbû Amedê
    Etîketan:
    Newroza 2018an, Amadekariyên Newrozê, Newroz, Walîtiya Amedê, Komîteya Birêvebirina Newrozê, Diyarbekir, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de