02:29 20 Nîsan 2018
    Futbol maçı. Top

    Di pevçûna fitbolîstan de qad tevlîhev bû, fitbolîstek birîndar bû

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di pêşbirka navbera Iskilipspor û Çimentosporê de fitbolîstên herdu tîman pêvçûn. Herwiha cenderme ketin qadê, fitbolîst Mert Cankat ji ber lêdanê rakirin nexweşxaneyê.

    Li navçeya Iskilip a Çoruma bajarê Tirkiyeyê pêşbirka hefteya 23em a Lîga Amator di navbera Iskilipspor û Çimentosporê de hat lîstin.

    Li gor nûçeya DHAyê di dema lîstina pêşbirkê de ku Çimentospor 3-0 li pêş dijberê xwe bû di navbera fitbolîstên herdu tîman de ragêşî destpê kir, piştre fitbolîst pevçûn û bi pêhn û kulmên lîstikvanan hundirê qad tevlî hev bû. Bi mudaxeleya cendermeyan fitbolîst ji hev vekişiyan. Tekoşîn ji aliyê hakemê pêşbirkê ve hat taloqkirin.

    ​​Ji aliyê din ve ji ber kulman fitbolîst Mert Cankat birîndar bû û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Piştî bidawîkirina pêşbirkê fitbolîstên herdu tîman ji hev gilîdar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Serokê kûlubê bi çekê ket qadê, pêşbirk hat betalkirin
    Ji bo telefonên Android pêşbirk û listîkên kurdî yên balkêş!
    Futbolîstê ku ji ber xilaskirina penaltiyê kalevanê xwe pîroz kir, gol avêt kaleya xwe
    Etîketan:
    Lîga Amator, Fitbol, gog, Pevçûn, Şer, DHA, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de