22:09 19 Nîsan 2018
    Efrîn

    Berdevkê ‘Kongreya Rizkarina Efrînê' ji Spûtnîkê re axivî

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 07

    Berdevkê Kongreya Rizgarkirina Efrînê ku duhî li bajarê Dîlok a Tirkiyeyê civînek li dar xist û meclîsek ava kirin Hesen Şindî derbarê civînê de agahiyên dawî ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê vegotin.

    Berdevkê kongreyê di axaftina xwe de got: "Duhî li bajarê Dîlokê me Kongreya Rizgarkirina Efrînê li dar xist. Derdora 100 kesên ji Efrînê beşdarî kongreyê bûn. Di nava beşdaran de ji kurd, ereb û pêkhateyên din bijîşk, parêzer, mamosta hwd. beşdar bûn. Di civînê de me meclîseke ku ji 30 kesî pêk dihat ava kir. Meclîs ji bo xelk vegere gund û warên xwe û alîkariyê bigihîne hemwelatiyan û rêyan veke dê xebatan bimeşîne."

    'JI SEDÎ 90Ê MECLÎSÊ JI KURDAN PÊK TÊ'

    Hesen Şindî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji xeyrî meclîseke nava kongreyê em meclîseke ji bo rêvebiriya navenda bajarê Efrînê jî ava dikin û ev herdu meclîs wê îdare û rêvebiriya bajêr bimeşîne. Ji sedî 80ê meclîsê ji kurdan û ji sedî 10 jî ji ereban pêk tê. Yanî em dikarin bêjin piraniya meclîsên rêvebir ji kurdan pêk tê. Heta belkî ev rêjeya kurdan digihîje ji sedî 90î jî."

    ‘DANÛSTANDINÊN ME BI ASAYÊ RE DIDOMIN'

    Şindî di dirêjiya axaftina xwe de ji bo rola Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li Efrînê got: "Artêş neçare alîkariya me bike. Ti problem û pirsgirêkên artêşê ne bi kongreyê re ne jî bi meclîsê re tineye. Jixwe rêvebirên Tirkiyeyê jî gotin ‘em dixwazin Efrînê teslîmê xelkê efrînî bikin.' Ji bo vê Artêşa Azad a Sûriyeyê wê rêgiriyê li me neke û niha têkiliyên me bi hev re jî hene. Meseleya ewlehiya bajêr hê em di nav xwe de dinirxînin û danûstandinên me bi ASayê re jî didomin."

    Bi heman mijarî:

    Bozdag: Em li Efrînê bi dewamî namînin
    Osê: Piştî Efrînê, qonaxa duyem dê bi piştgiriya NATOyê dewam bike
    Parlamenterê rûsî: Tiştên li Efrînê diqewimin dibe sedema fikarên cidî
    'Şervaneke brîtanî ya YPJê li Efrînê hat kuştin'
    AFP: Milîtanên ASAyê piştî ketina Efrînê, bajar talan kirine
    Li Efrînê di avahiyekê de teqîn pêk hat: 11 kes mirin
    Etîketan:
    Kongreya Rizgarkirina Efrînê, Hesen Şindî, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de