18:27 20 Gulan 2018
    Artêşa Tirkiyeyê

    Bozdag: Em li Efrînê bi dewamî namînin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bekir Bozdag anî ziman ku “em li Efrînê bi berdewamî namînin, armanca me ew e ku herêmê ji rêxistinên terorî paqijbikin.”

    Bekir Bozdag li Stenbolê pirsê rojnamevanan bersivand. Bozdag di derbarê operasyona li ser Efrînî got ku: Vê gavê Efrîn hat kontrolkirin lê karê me li wir xelas nebû. Hûn jî dizanin ku hê jî li wir teqîn çê dibin, cihên ku hatine mayînkirin hene, wan derana gere bên paqijkirin.

    Bozdag destnîşan kir ku "li Efrînê ji bo normalîzebûna jiyanê gelek tişt hene gere bên kirin. Wek sîstemên binerd û sererdê."

    Bekir Bozdag di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku "em li wir bi dewamî namînin e, armanca me ya mezin ew bû ku em nehêlin korîdora ‘terorî' neyê avakirin û vê gav pilana avakirina dewletek ‘terorî' betal kir."

    Bi heman mijarî:

    Bozdag: Nûçeya ketina Efrînê ya rejîmê nerast e, ger bikeviyê dê felaket çêbe
    Bozdag ji Amerîka re got: Êdî ji bo îknakirina me neyên
    Bozdag: Di warê bikaranîna hewaya esmanî ya Sûriyeyê de bi Rûsyayê re tu pirsgirêk tune ye
    Bozdag: Ji vêr pêde Tirkiye tenê li gotinên Amerîkayê nanhêre
    Etîketan:
    ASA, efrîn, Bekîr Bozdag, suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de