13:57 25 Nîsan 2018
    Ihsan Eliaçik

    ‘Bingeheke hiqûqî û navneteweyî tê amadekirin ji bo ku destwerdanê li Tirkiyeyê bikin'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 11

    Nivîskar û îlahiyatnas Ihsan Eliaçik ragihand ku, "Ji ber Efrînê, doza TIRan, mijara Reza Sarraf û di hin mijarên din de, li dadgeha navneteweyî dê Tirkiye were darizandin. Hêzên navnetewî ji bo mudaxaleya hêzên Tirkiyeyê yên li Efrînê bingeheke hiqûqî û navneteweyî tê amadekirin ji bo ku destwerdanê li Tirkiyeyê bikin."

    Nivîskar û îlahiyatnas Ihsan Eliaçik têkildarî encamên operasyona Efrînê ji Ajansa Spûtnîk Kurdistan re axivî û diyarkir ku armanca operasyona Efrînê cuda ye û wiha got: "Ez bawer nakim ku operasyona Efrînê ji bo dawîkirina terorê ye. Bi navê bi ‘dawîkirina terorê' dixwazin Tirkiyê di rewşa şer de bihêlin, ji ber ku Tirkiye di rewşa şer de bimîne ji bo wan her tişt rewa dibe. Niha di rewşa şer de çi dixwazin dikin, digrin, ên ku rexne dikin weke îxanetkar îlan dikin, rewşa awarte û KHK didomin. Dibêjin ‘şer heye em nikarin rakin, şer heye dadgeh zu bi encam nabin, şer heye derxistina pêşberî dadgehê salekê dewam dike' yanî dibêjin ‘şer heye' û her tiştî dikin."

    ‘HETA HILBIJARTINAN DÊ GENGEŞIYA ŞER BIDOMİNIN'

    Eliaçik got: "Dixwazin heta serokomariyê bidest bixin û di hilbijartinan de encamek li gorî dilê xwe bi dest bixin dê wiha dewam bikin û piştre difikirin ku rewşê rast bikin. Li gorî vî hisabî dê ev gengeşî dewam bike. Wê bêjin ‘Êrişa terorê heye, Efrîn ket dora Minbîc e, wê Minbîc jî di nêz de bikeve" û gengeşiyê dewam bikin. Bi rastî tiştek wiha jî tune ye, rewşek wiha çêdikin. Eger bêjin ‘tekoşîna bi terorê' ji xwe ev 40 sale tê kirin. Li Bakurê Iraqê nêzi 25 operasyonên mezin çêkirin û ji yên niha mezintir bûn, lê tu encam nehat hate girtin. Niha cihê ku hun ketinê ji xwe ne cihêki girîng e û yên li wir jî ewqas girîng nabînin. Hemu hêzên wan li Rojhilatê Firatê ye, bi Amerîka re wiha li hev kiribûn. Her wiha ez bawer dikim ku dê di vê çarçoveyê de bimîne û weke di pêş de naçin."

    ‘EGER TIRKIYE HINEK PÊŞVE HERE DÊ ŞER MEZIN BIBE'

    Eliaçik dibêje "Eger Titkiye hinek pêşve here dê bi Rûsya û Amerîka re were hemberî hev. Tiştek tune ye ku Tirkiye hinek pêş ve here. Niha bi navê ‘Ez li dijî terorê di tekoşim' li wan deran digere lê heger bi pêş ve biçe û mudaxaleyî kare surî yên navxweyî bike û ji bo pêşgirtina hebuna kurdan tevbigere dê bibe sedema mezin buna şer."

    ‘JI BO MUDAXALEYA HÊZÊN TIRKIYÊ BINGEHEK NAVNETEWİ AMADE DIKIN'

    Eliaçik wiha dewam kir: "Niha ji bo mudaxaleya hêzên Tirkiyeyê yên li Efrînê bingehek navtewî amade dikin. Wê bêjin ‘me agirbest ragihand lê hun venekişîyan'. Çend roj berê Parlamentoya Ewropa biryara ‘Ji Efrînê derkeve' wergirt. Ev hemu tişt bingeha hiquqî ya ku ji bo dema mudaxele bikin Tirkiyê bixin rewşek ne rewa. Li gorî min dê biryarên wiha dewam bikin. Ez bawer dikim ku ev lîstike û wê bikin ku Tirkiyê li wir nikaribe hereket bike."

    ‘TIRKIYE LI SER GELEK MIJARAN DÊ LI DADGEHA NAVNETEWİ WERE DARIZANDIN'

    Eliaçik da zanîn ku "Ji ber Efrînê, doza TIRan, mijara Reza Sarraf û hin mijarên din de li dadgeha navtewî dê Tirkiye were darizandin. Bi taybetî jî dê serokomar bixin rewşek wiha. Ji bo wê gelek tişta amade dikin û gelek tişt jî hene. Hêzên navnetewî bingeha hiquqî amade dikin û wê bêjin ‘Agirbest hat ragihandin lê we rîayet ne kir, te çek birine wir, tu beşdarî sûcê şebekeyên navnetewî buyî'. Efrîn jî ya dawî bu. Wextê ku hemu tişt bihevkirin û dem were dê qada hewayî lê bigirin û bixin rewşek zor."

    Bi heman mijarî:

    YPG: Di bombebarana duhî ya artêşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê 14 sivîl hatin kuştin
    Iraq: Em amade ne li dijî PKKê hevkariya Tirkiyeyê bikin
    Îran, Rûsya û Tirkiyeyê li Idlîbê korîdoreke mirovî vekirin
    Karasu: Em ji bo operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Qendîlê amade ne
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan: Hindik ma ye ku em bikevin Efrînê
    Etîketan:
    mudexale, hiqûq, operasyon, Sputnik, İhsan Eliaçik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de