15:46 22 Nîsan 2018
    Serokê MHPê Devlet Bahçeli

    ‘Dengdêrên AKP-MHPê dûrî tifaqê disekinin'

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Dengdêrên MHPê di hilbijartina sala 2019an de gelo wê piştgiriyê bidin tifaqa AKP-MHPê ya na her çiqas ne diyar be jî, lê li gor hin lêkolînan alîgirên MHPê di hilbijartina serokomariyê de naxwazin dengên xwe bidin Recep Tayyip Erdogan.

    Li gor nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê ku di kongreya 12em ya MHPê de bi gellek alîgirên Partiya Tevgera Neteweperest re roportaj kir (MHP) derket holê ku dengdêran bilêv kiriye ku, "Hin AKPyî ji ber tifaqa AKP-MHPê di hilbijartinan de dengên xwe nadin tifaqê, lê di partiya me de jî heman rewş heye."

    Li gor nûçeyê alîgirên MHPê yên ku ji derveyî Enqereyê hatibûn kongreyê di roportajên xwe de ji alîgirên AKPyî gilîdarin ku di hilbijartinên 2019an de ji ber tifaqa bi MHPê re dengên xwe nadin tifaqa cûmhûr. Her wiha hat bibîrxistin ku alîgirên MHPê jî bilêv dikin ku em ê dengên xwe bidin partiya xwe, em nadin namzetê serokomariyê. Her wiha rojnameyê da zanîn ku rêvebiriya MHPê jî ji vê pirsgirêkê haydar e, hem AKP hem jî MHP ji bo qanîkirina hilbijêrên dûrî Erdogan disekinin heta dema hilbijartinê wê bixebitin.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Niha di rojeva me de tifaq tuneye
    ‘Pêkan e HDP û CHP tifaq pêk bînin'
    Şirketa Rûsya û Amerîkayê di qada nûkleerî de tifaq çêkirin
    Bayik: ‘Hemû dijminê kurdan li dora AKPê tifaq çêkirine'
    YNK: 'Yan tifaq, yan jî hilbijartina pêşwext'
    Etîketan:
    Hilbijêr, Tifaqa cumhur, MHP, AKP, Cumhuriyet, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de