18:47 20 Gulan 2018
    Osman Baydemir

    Baydemir: Hûn ji xeynî veqetandinê ti riyê li ber kurdan nahêlin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr li ser êrîşa artêşa tirk û çekdarên ASAyê ya li ser Efrînê bang li dewleta tirk û got, ger ku ev siyaset berdewam bike dê ji xeynî veqetandinê ti rê li ber kurdan neyê hiştin.

    Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir, ji bo pîrozbahiyên Newroza yên li navçeya Siwêregê ya Rihayê axivî û got: "Hema bibêjin we Efrîn dagir kir, ji wir û pê ve hûn ê çi bikin? Heta ku dil û qedr neyên girtin, ti carî bi zora tank û topan serkeftin bidest nakeve."

    Osman Baydemîr bang li tirkan kir û got, "Beriya Kurdan, beriya Elewiyan, beriya bindestan divê gelê tirk ji vê rejîmê re bibêje "na" û bibêje li ser navê me neçe Efrînê û birayên me yên kurd nekuje."

    Parlamenterê kurd yê HDPê Baydemir bal kişand ser ku divê ji dîrokê ders were girtin û ev tişt derbirî: "Ger ku ev siyaset berdewam bike, hûn ji xeynî veqetandinê ti riyê ji kurdan re nahêlin. Ji bo tavilê ji vê şaşitiyê were vegerîn, divê xelkê tirk nerazîbûna xwe nişan bide."

    Bi heman mijarî:

    Milîsên ASAyê li Efrînê dizî û talanê dikin
    PDK-S: Bila Tirkiye çekdaran ji Efrînê derxe
    Hikûmeta Kurdistanê bo şîna Efrînê: Erka parêzgaran nîne şîne ragihînin
    Dayika Efrînê: Îslam ne ola kuştin, zordarî û talanê ye
    Li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Ranye şîna Efrînê hat ragihandin: Newroz nayê pîrozkirin
    Etîketan:
    veqetandin, Parlamenterê HDPê yê Rihayê, Osman Baydemir, Riha, Siwêreg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de