11:51 27 Nîsan 2018
    49 partî û saziyên li Amedê bangewaziya Efrînê kirin

    Ji Amedê bangewaziya Efrînê li cîhanê

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Li Amedê 49 partî, sendîkayên pîşeyî û rêxistinên sivîl bi daxuyaniyeke hevbeş bangewaziya Efrînê li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê, Hevpeymana Navdewletî û welatên îslamê kir.

    ypş-pkk-şingal
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Partiyên wek HDP, DBP, OSP, sendîkayên pîşeyî, Komelên Suryanan û çend dezgehên sivîl ên din jî di nav de, li ser rewşa Efrînê ku hatiye ragihandin ketiye kontrola artêşa Tirkiye û komên girêdayî wê, civîneke 5 saetan li dar xistin.

    Piştî wê civîna awarte ku rewşa Efrînê hat nirxandin, li Demir Otela Amedê ji raya giştî re bi daxuyaniyeke hevpar hat ragihandin ku bi awayekî lezgîn sazî û dezgehên navdewletî mudaxeleyî rewşê bikin û rê nedin trajediyên mezintir li Efrînê.

    49 partî û saziyên li Amedê bangewaziya Efrînê kirin
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    49 partî û saziyên li Amedê bangewaziya Efrînê kirin

    Parlamentarê HDPê yê Agiriyê Berdan Ozturk li ser navê beşdaran daxuyanî xwend û bal kişand ser ku Efrînê xwedîtî li kesên ji DAIŞê reviyane kiriye û niha jî rûbirûyî trajediyekê ye ku tê xwestin demografiya wê were guhertin.

    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

    "Niha tê xwestin ku ev cihûwarê aştî, biratî û wekhejiya jiyanê were tunekirin. Ji ber vê jî Efrîn ne tenê Efrîn e. Efrîn sembol e. Efrîn bajarekî roniya şaristaniyê ye li Rojhilat Navîn ku cîwarê bihevrejiyana biratiyê ye. Efrîn modela çareseriya bi rêbazên aştiyane û dadwerane ya pirsa Kurd e. Xwediyên rastîn ên Efrînê bêwar tên hiştin û li şûna wan dixwazin yên ji derve werînin bicih bikin. Tê xwestin ku demografiya Efrînê were guhertin."

    BANGA BICINANÎNA AGIRBESTÊ, VEKIŞÎNA HÊZÊN TIRK Û DÎYALOGA ÇARESERIYÊ HAT KIRIN

    Di duxayaniya hevbeş da bang li raya giştî ya cîhanê hat kirin, agirbesta NYyê were bicihanîn, banga Konseya Ewropayê ya vekişîna hêzên Tirkiye û komên girêdayî wan ji Efrînê were cîbicîkirin û rêyeke dîyalogê ji bo çareseriya rewşa Efrînê were dîtin.

    'DIVÊ CIVAKA NAVDEWLETÎ LI HEMBER KURDAN BERPIRSIYARIYÊN XWE BICIH WERÎNE'

    Di daxuyaniya hevbeş de gotinên ‘fetihkirin' ên Serokomarê Tirkiyeê Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan hatin bibîrxistin û hat diyarkirin, divê ew bang baş werin fêmkirin û NY, Parlamena Ewropayê û saziyên navdewletî hat xwestin li pişt biryarên xwe rawestin.

    Di dawiyê de têkoşîna dijî DAIŞê ya hêzên kurdî yên Rojava hat bibîrxistin û hat gotin, ‘Niha di şexsê Efrînê de, dor hatiye ku civaka navdewletî li hemberî gelê kurd berpirsiyariyên xwe bicih werîne."

     

    Bi heman mijarî:

    Akrê bi fermî wek paytexta Newrozê hat hilbijartin
    Esad eniya şer ya Xûtaya Rojhilat ziyaret kir
    Rûsya: Îro ji Xûtaya Rojhilat 25 hezar sivîl hatin tehliyekirin
    Dîplomatê rûs di meseleya gaza kujer de balê kişand ser labratuwarên Brîtanyayê
    'Iraq di nav du rojan de dê dest bi dana muçeyên du wezaretên Kurdistanê bike'
    Li Stenbolê ji bo Çemê Mûnzirê xwepêşandan hat lidarxistin
    PKK li ser rewşa Efrînê Daxuyanî da
    Etîketan:
    Amed, Efrîn, Rojava, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de