20:16 23 Nîsan 2018
    Xwepêşandana ji bo Çemê Mûnzirê li Stenbolê

    Li Stenbolê ji bo Çemê Mûnzirê xwepêşandan hat lidarxistin

    © Sputnik / Mustafa Zengin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 10

    Îro li navçeya Kadikoyê ya bajarê Stenbolê ji bo Çemê Mûnzirê yê bajarê Dêrsimê xwepêşandanek hat lidarxistin û di wê xwepêşandanê de hat xwestin ku çêkirina bendava li ser Çemê Mûnzirê were rawestandin.

    Îro li navçeya Kadikoyê ya bajarê Stenbolê ji bo Çemê Mûnzirê yê bajarê Dêrsimê bi beşdarbûna bi sedan kesan xwepêşandanek hat birêvebirin û di çarçoveya xwepêşandanê de ji aliyê Cadeya Modayê ya Kadikoyê ber bi perava deryayê ya navçeyê meşek hat lidarxistin.

    Li Stenbolê ji bo Çemê Mûnzirê yê bajarê Dêrsimê xwepêşandan hat lidarxistin.
    © Sputnik / Mustafa Zengin
    Li Stenbolê ji bo Çemê Mûnzirê yê bajarê Dêrsimê xwepêşandan hat lidarxistin.

    Kesên beşdarî wê xwepêşandanê bûn, xwestin ku çêkirina bendava li ser Çemê Mûnzirê were rawestandin û bi pankart û dirûşmeyên wekî "Bendavê çênekin, em ê bi serê we de xera bikin", "Mûnzir wê azad biherike", "Em Dêrsimî ne" nerazîbûna xwe nîşandan.

    Piştî meşê xwepêşandar li perava Kadikoyê li hev kom bûn û daxuyaniyeke çapemeniyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de jî li dijî hikûmetê nerazîbûn hat nîşandan û hat daxwazkirin ku çêkirina bendava li ser Çemê Mûnzirê tavilê were rawestandin.

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de