00:43 26 Nîsan 2018
    Piştî bombardimana balafirên artêşa Tirkiyê wêrankariya li bajarê Efrînê

    ‘Bombebarankirina nexweşxaneyan qesda kuştina sivîlan e'

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 10

    Serokê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) Şebnem Korur Fincanci û Seroka Komeleya Mafê Mirovan(IHD) a şaxa Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî bombebarana li ser Nerxweşxaneya Efrînê nirxandin û gotin ‘Bombebarankirina nexweşxaneyan qesda kuştina sivîlan e'

    Parêzvanên mafê mirovan bertek nîşanî bombebarankirina Nexweşxaneya Avrîn ya li Efrînê dan û gotin, "Ji ber ku bi çekên menzîldirêj bomberan têne kirin mimkûn nîn e kesên ku bombebaranan dikin zanîbin bê nexweşxane li kû derê ne. Yên ku bobebaran dikin divê wê yekê li ber çavan bigirin. Lewra bombebarana nexweşxaneyan qesda kuştina kesên sivîl e."

    Di roja 57emîn a operasyona Artêşa Tirkiyeyê û hêzên girêdayî wê nexweşxaneya herî mezin a Efrînê, Nexweşxaneya Avrîn hate bombebaran kirin û li gor agahiyên hatin bidestxistin di encamê de bi kêmî 9 kes hatine kuştin. Rêveberê SOHRê piştre ji AFPê re ragihandibû ku hejmara kesên can dane 16 e û 2 jinên ducanî jî hatine kuştin.

    ‘ÊRIŞÊN LI DIJÎ SAZIYÊN TENDURISTIYÊ LI DIJÎ PEYMANÊN NAVNETEWÎ NE Û BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVAN E'

    Korur Fincanci û Yolerî bombebaranên Efrînê ji Ajansa Mezopotmyayê (MA) re nirxandin.

    Korur Fincanci amajê pê dike ku bomberbaranên bi heman şeklî li Afxanistanê jî hat kirin û wiha axivî, "Li Sûriyeyê li dijî nexweşxaneyan û xebatkarên nexweşxaneyan êriş pêk hatin. Ev êriş nayên qebûlkirin. Êrişên li dijî saziyên tenduristiyê li dijî peymanên navnetewî ne û binpêkirina mafê mirovan e. Herwiha êrişa li dijî herêmên sivîl jî divê di di çarçoveya sûc û tawanan li dijî mirovahiyê were nirxandin. Êrişên li dijî sazî û xebatkarên tenduristiyê bi tu awayî, di tu şert û mercî de nayêne qebûlkirin."

    ‘ÊRIŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

    Seroka Komeleya Mafê Miorvan (IHD) a şaxa Stenbolê Parêzer Gulseren Yoleri jî ev nirxandin kir, "Gelek peymanên navnetewî hene û divê riayetî van peymanan bê kirin. Êrişa li dijî Efrînê bi tu awayî nayê qebûlkirin."

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    ‘Rêjeya dengê tifaqa cumhur ji %47 e, bandora operasyona Efrînê zêde ye'
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan: Hindik ma ye ku em bikevin Efrînê
    Ji Kanadayê banga Efrînê: Em ji nêz ve dişopînin
    Guterres: Ez ê ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarîyê bikim
    Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê piştî êrîşa nexweşxanê bang li civaka navdewletî kir
    AFP: Balafirên tirk nexweşxaneya Efrînê bombebaran kir: 16 sivîlan can da
    UNICEFê banga rawestandina êrîşan kir: Li Efrînê zarok dimirin
    Etîketan:
    Operasyona li dijî Efrînê, Bombebaran, MA, TIHV, IHD, Gulseren Yoleri, Şebnem Korur Fincanci, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de