13:57 25 Nîsan 2018
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Em Amedeke nû ava dikin

    © REUTERS / Yasin Bulbul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan beriya kongreya bajarê Amedê ya partiya xwe de axivî û got, li Efrînê em hatine dawiyê.

    Erdogan beriya kongreyê xîtabî welatiyan kir:

    • Em Amedeke nû ava dikin. Hun êdî xwediyê wê Ameda nû ne.
    • Çi dibû ku em wekî bira ligel bijiyana? Me gelek wendahî dan lê li Efrînê em hatine dawiyê. Me 3569 kes bêbandor kirin. Tunel vekirine. Di nava wan tunelan de kamyon dikarin derbas bibin. Lê em dizanin bê ji kî pistgiriyê distînin. Lê spas ji Xwedê re ku leşkerên me ev lîstik xera kir.
    • Her kêlî dibe ku em mizgîniyekê bistînin. Alîkariya Xwedê nêz e. Fetih nêz e.
    • Ew çal ji nav çûn. Nava Sûrê çawa ye? Camiyên me kirine qul û kewar. Çi kar û emelê we bi balûleya katjimêrê hebû, we xiste qul û kewar? Riya tê traşkirin bi awayekî gurrtir şîn tê.

    Paşê Erdogan derbasî kongreyê bû. Erdogan li Kongreya Asayî ya 6emîn ya partiya xwe Salona Sergirtî ya Amedê axivî. Erdogan di axaftina xwe de got, "Nekarîn Amedê perçe bikin. Em yek bûn, xurt bûn, bira bûn, bi hev re em Tirkiye bûn."

    Ji axaftina serokomarê tirk ya li kongreyê çend xalên sereke wiha ne:

    ‘ÎRO ERKÊN OHALÊ 5 JI SEDÎ JÎ NAYÊN BIKARANÎN'

    • Îro erkên OHALê 5 ji sedî jî nayêne bikaranîn.
    • Li welatê me kî ji ger kurdbûna xwe zextan bibîne Tayyip Erdogan ligel wî ye, dê bi wî rê têbikoşe.
    • Tu xêra PKKê li Amedê nebûye. We çiyayê Kirklarê dît ne wisa? Tişta pêwist hat kirin? Hat kirin.
    • Em wekû dewlet rûxandina rêxistinê ji nû ve ava dikin. Bi taybetî li Sûrê. Me kir ku Sûr li Amedê were. Me bi tenê ji bo Sûrê 2 katriîyon pere xerc kir. Helalî xweş be. Hun layiqî wê ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê Erdogan bûye Helebceya sala 2018an
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan: Hindik ma ye ku em bikevin Efrînê
    Bi daxwaza Erdogan parêzgerê Kerkûkê yê bi wekalet serdana Tirkiyê kir
    Erdogan qanûna tifaqa Cumhur û ewlekariya hilbijartinê pesend kir
    Etîketan:
    Kongreya bajêr, Kongre, axaftin, Daxuyanî, Recep Tayip Erdogan, Diyarbekir, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de